Îşxalkerên siyonist dîsa li Xezzeyê qetlîam kirin: 73 şehîd
Di encama êrîşa ku ji teref siyonistên terorîst ve li Xezzeyê hat kirin de 73 şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xezzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin siyonistên îşxalker êrîşa hewayî birin li ser Meşrû Beyt Lahîyayê. Di encamca qetlîama ku hat kirin de 73 şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn ku exlebeyê kesên ku şehîd bûn pîrek û zarok in.(ÎLKHA)