• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Yapicioglu: Esareta gelekî evîndarên şehadetê ne mimkin e!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di peyama şînê ya ku derheqê Şehîd Yahya Sînwar de belav kiribû de weha got:

“ ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin ‘mirî’. Na, ew zindî ne, feqet hûn nizanin.’ (Sûreya Beqereyê, ayeta 154)

‘Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…’ (Sûreya Ehzabê, ayeta 23)

Micahîdê mezin Yahya Sînwar ku wek serok/fermandarên berê yên Berxwedana Îslamî ya Filistînê emrê xwe ji bo xelasbûna esaret û îşxala Mescîdî Eqsa, Qudsa Pîroz û Filistînê feda kirîne û di vê oxirê de heta dawîya hilma xwe micadeleyê kirîye, bi şekleke ku bi wî dikeve di sefên pêşîn de wek qehremanan herbê kir û gihaşt mertebeya şehadetê. Rebbê min, bila meqamê wî alî bike.”

Yapicioglu di serî de ji HAMASê re û ji hemû komên berxwedanê, gelê Filistînê û yên ku xwedî li doza Filistînê derdikevin re tezîyeyên xwe pêşkêşî kir û weha got, “Ezma mezin, micadeleya qehremanî û şehadeta Fermandarê Mezin Yahya Sînwar ne tenê îro, ew ê bi çaxan ji yên ku li hember zilmê berxwedanê bidin re bibe çavkanîya îlhamê. Ev mîrasa pîroz ê ku şehîd hiştîye ew ê li erdê nemîne, berxwedana Filistînê, wê ji rêya xwe re berdewam bike.

Dozekî ku her serokê xwe şehîd dide û bi vê şeklê ezm û qerarîya wî zêde dibe, bi şehîdî û şehîdî mezin dibe naqede. Esareta gelekî evîndarên şehadet û azadîyê ne mimkin e. Terorîstên sîyonîst ên qirker ew ê di her rewşê de ji hûsranê xelas nebe.

Em şehadeta serokê bêtirs ê HAMASê Yahya Sînwar pîroz dikin; ez di serî de ji HAMASê re û ji hemû komên berxwedanê, gelê Filistînê û yên ku xwedî li doza Filistînê derdikevin re tezîyeyên xwe pêşkêşî dikim. Carekî dinê jî teyîd dikim ku em ê bi berxwedana Filistînê re di nav piştgirîyê de bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir