• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji bo Yahya Sînwar peyama şînê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomartîya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, derheqê şehadeta Yahya Sînwar de peyamek belav kir.

Di peyamê de ayeta “Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…” hat nivîsandin û ew ji ber şehadeta Sînwar gelek xemgîn bûne.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Şehîdîya di rêya Xwedê de, ji bo şervanên micahîdan daxwazîya herî mezin e. Em ji ber şehadeta birayê micahîdan û qehreman Yahya Sînwar ji HAMASê, hemû micahîd û bi taybetî ji gelê mezlum û micahîd ên Filistînê re tezîyeyên xwe pêşkêşî dikin.

Xwedayê dilovan bila şehadeta Sînwar qebûl bike û ji malbat, heval û xizmên wî re sebr û mikafatekî mezin bide.

Bila îsraîla îşxalker bîrva neke ku şehîdkirina serokên micahîdan, micadeleya cîhadî ya li hember dijmin ew ê qet be qet leztir û qewettir bike.

Em bang li hemû Misilmanên cîhanê dikin ku bila ji xelkê mezlum ê Filistînê re destekê bidin, li cem wan bin û di vê meseleyê de wezîfeyên xwe yên îlahî bi cîh bînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir