• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
HAMASê ji bo Yahya Sînwar banga nimêja cenaze ya xiyabî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hereketa Berxwedana Îslamî ya HAMASê piştî şehadeta Serokê Buroya Siyasî Yahya Sînwar banga nimêja xiyabî kir.

Di beyana nivîskî ya HAMASê de weha hat îfadekirin:

“Nîşana ummeta Îslamê, rêberê mezin Yahya Sînwar di şerê Tofana Eqsayê de bi qehremanî di parastina axa Filistîn, cihên pîroz û rêya Qudsê de şehîd bû. Xelkê me yê Filistînî, zarokên ummeta me ya Ereb û Îslamî, însanên azad û birûmet ên cîhanê! Ji bo Yahya Sînwar weke deynê wefa û sedeqatê nîşan bidin. HAMAS bangê dike ku ji bo rihê şehîdê rêber di hemû camîyan de di navendên Îslamê de nimêja cenaze ya xiyabî bikin.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji bo şermezarkirina şerê qirkirina xelkê me yê li Xezzeyê û ji bo parastina axa xwe, Quds û Mescîda Eqsayê divê meşên hêrsê bên lidarxistin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir