• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qetlîamekî nû kir: 33 şehîd, 85 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî sîvîlan bênavber berdewam dike û ji wan qetlîaman re yekî nû hat zêdekirin.

Îşxalkeran, ev nêzê 20 rojan e  Cîbalîyeyê dorpêç kirîye û êrîşên asîmanî li dar dixe.

Di daxuyanîya ku ji teref Hikumeta Filistînê ya li Xezzeyê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di encama êrîşa balafirên herbê de 21 jê pîrek û zarok herî kêm 33 kes şehîd bûn, 85 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji ber zêdebûna hejmarê şehîdan endîşe tê kirin û weha hat gotin:

“Em temaşekirina welatên dinyayê ya vê qirkirinê û qetlîama li Cîbalîyeyê tê kirin bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku bila ji qirkirina li dijî xelkê sîvîl, zarok û pîrekan têne kirin re bertek bê nîşandan.”

Hat destnîşankirin ku ji ber sedema êrîşan dibe ku hejmarê hejmarê şehîdan zêde bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir