Cemîyeta Mistezefan ji bo Yahya Sînwar peyama şînê belav kir
Cemîyeta Mistezefan, ji bo Serokê HAMASê Yahya Sînwar ku di pevçûna bi rejîma îşxalker de şehîd ket peyama şînê belav kir.
Cemîyeta Mistezefan, li ser daxuyanîya şehadeta şehîd Yahya Sînwar daxuyanîyek belav kir.
Di peyamê de şehadeta Şehîd Fermadar Yahya Sînwar hat pîrozkirin, ji bo gelê Filistîna mezlum û mexdûr sersaxî hat pêşkêşkirin.
Cemîyeta Mistezefan, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Em şehadeta Şehîd Fermandar Yahya Sînwar pîroz dikin. Rebbê Mezin bila ji wî re meqamên mezin bexş bike. Em ji gelê Filistîna Mezlum û Mistezef, berxwedan û ummeta Îslamê re sersaxîyê pêşkêşî dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila rihê qehremanê şehîd di meqamê mezin û bilindtir de qebûl bike.” (ÎLKHA)