• DOLAR 34.235
  • EURO 37.216
  • ALTIN 2991.936
  • ...
Yekîtîya Alimên Filistînê: Xwîna şehîdê me, bi îzna Xwedê ew ê bi zefer û serfirazîyê encam bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanî bi ayeta “Yên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin mirî nehesibînin. Bileqs ew zindî ne û li cem Rebbê xwe têne riziqkirin.” Dest pê kir û şehadeta Yahya Sînwar hat pîrozkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Sînwar ji bo doza xwe şehîd ketîye, “Hemd ji Rebbê alemê re ye. Selat û selam li ser Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) malbat, eshab û yên ku di rêya wî de diçin re be. Serokê Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê Yahya Sînwar, jîyana xwe ji bo riza Xwedê û ji bo doza xwe meşandîye û di vê rê de jî bi şekleke ku bi şehîdan bikeve, paşve nesekinî, bi cesurî û qehremanî herbê kirîye gihaştîye şehadetê.”

Di berdewama daxuyanîyê de jî weha hat gotin, “Dema ku em Fermandarê me yê Qehreman Yahya Sînwar yad dikin, bi zelalî îfade dikin ku xwîna şehîdên me beredayî naherikin û zayî nabin, bileqs bi îzna Xwedê ew ê di destê micahîdan de zeferê bîne. Xwîna şehîdê me, bi îzna Xwedê ew ê bi zefer û serfirazîyê encam bibe, ew ê ev jî bi micadeleya zarokên şehîd, xwendekar û birayên wî çêbibe. Xwîna şehîdê me yê qehreman, bi îzna Xwedê ew ê ji sîyonîstan, hevkarên wan, yên ku normalîyê dikin û sist hereketê dikin re bibe wek lenetek.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir