• DOLAR 34.252
  • EURO 37.257
  • ALTIN 2992.354
  • ...
HUDA PARê şehadeta Yahya Sînwar Pîroz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê peyama Navenda Giştî yê HUDA PARê ya derheqê Şehîd Yahya Sînwar de weha ye:

“Înna lîllâhi we înnâ îleyhî racîûn

‘Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…’ (Sûreyê Ehzab Ayeta 23yemîn)

Serokê HAMASê Yahya Sînwar, li Xezzeyê li hember rexistina terorî ya sîyonîst dema ku di sefên pêşîn de herbê dikir de şehîd ket. Rebbê me bila şehadeta wî bimbarek bike, meqamê wî bilind bike.

Ew derewên ku dihat gotin Yahya Sînwar di nav tinêlan de xwe veşêr dide, hazirîya revê dike, ji êsîran ji xwe re mertala zindî çêkirîye tarûmar kirîye, ew di sefên pêşîn a herbê de ji bo bawerî û azadîya xelkê xwe canê xwe daye.

Şehadeta Yahya Sînwar jî wek jîyana wî ya di bin esaret û micadeleyê de ji bo Misilmanan dersekî ye. Wek Şehîd Serok Îsmaîl Henîyye ku gotibû xwîna zarokên wî ji xwîna bebikên Xezzeyî qîmettir nîne Yahya Sînwar jî xwîna xwe ji bo xelkê xwe û rûmeta Misilmanan rijandîye.

Em ewladên egîd ên berxwedanê ku li hember êrîşên rejîma sîyonîst wek çîyayekî disekinin, her yekê wan dema ku serok/fermandarên xwe şehîd didin cesareta wan zêdetir dibe silav dikin û di serê de şehadeta Yahya Sînwar dûre şehadeta hemû xûşk û birayên xwe yên berxwedêr pîroz dikin.

Bi minasebeta şehadeta Serokê HAMASê Yahya Sînwar em ji Tevgera Berxwedanê ya Îslamî HAMAS û xûşk û birayên xwe yên Filistînî û hemû alema Îslamê re sersaxîya xwe û şîna xwe pêşkêşî dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir