Serokê HAMASê Yahya Sînwar Şehîd bû
Endam Biroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl el-Hayye, daxuyand ku serokê tevgerê Yahya Sînwar Şehîd bû.
El- Hayye derheqê xebera şehadeta Serokê HAMASê Yahya Sînwar de daxuyanî da, îfade kir ku mêrê mêran Yahya Sînwar di êrîşên rejîma îşxalker de şehîd bûye û Sînwar wek qehremanan derketîye pêş, di sefên pêşîn de herbê kirîye û di nav pozîsyonên herbê de tevgerê kirîye.
Hayye, “Micadele, heta ku dewletekî Filisîtnê ya ku paytexta wî Quds be bê avakirin ew ê berdewam bike.”
Hayye bal kişand ku heta êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst li dijî Xezzeyê neyên sekinandin, ji Xezzeyê venekişin û Filistînîyên ku hatine desteserkirin neyên serbestberdan wê êsîrên sîyonîstan ji welatên xwe re venegerin. (ÎLKHA)