• DOLAR 34.232
  • EURO 37.218
  • ALTIN 2991.244
  • ...
HUDA PARê derheqê Yahya Sînwar de daxuyanî da: Doza Filistînê dozekî ku bi şehîdan bilindtir dibe ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna giştî ya meclîsê de derheqê qirkirina li Filistînê tê kirin de axivî.

Demîr bal kişand ser sansura li medyayê tê kirin ku û dîsa bal kişand ser hedef û armancên rejima sîyonîst

Demîr, “Rejîma sîyonîst ku piştî salekî sîyaseta xwe ya qetlîamê ber bi Lubnanê ve bir. Dixwaze welatên din ên herêmê bi taybetî Îranê têxîne nav şer û pevçûnê. Da ku hemû herêmê bêîstiqrar bike û bi fêlbazî ji bo bidestxistina qaşo 'Arz-ı Mewud' hesaban dike. Her çiqas êş û jana însanî ya ji ber ambargo û sansura medyayê hatiye dayin nayê zanîn jî, hin malûmatên ji çavkaniyên ji meydana mucadeleyê tên, bi taybetî li bakurê Xezzeyê rewş gihaştiye merhaleyek tirsnak û xofdar.”

Demîr bal kişand ser felaketa însanî ya Xezzeyê û ji ber qetlîamên komî hişyarî li hukumatê kir ku bila qorîdora xwarin û erzaqê ji bo Xezzeyê bê vekirin.

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Derman û malzemeyên tibbî, bîlxase xwarinên sereke, îzin nayê dayîn ku derbasî Bakurê Xezzeyê bibin. Însanên li vir mehkûmê birçîbûnê ne. Li gor malûmatên ku hatine bidestxistin mirinên komî ya ji ber birçîbûn û tîbûnê hema hema wê biqewime. Gelo ji bo her kesên xwedî wijdan têkevin nav tevgerê êdî li benda çiye. Xisûsen wezîfeya acîl a hukûmetê ew e ku hêj wext derbas nebûye ji bo rê li ber vekirina qorîdora tedarîka xwarinê ber bi Xezzeyê veke û ji bo peydakirina hewcedariyên acîl ên xwarinê gavên tesîrdar bên avêtin û ji bo vê yekê mesûlîyetê bidin ser milên xwe.”

Ji ber ku teklîfa qanûnî ya ku ji teref HUDA PARê ve hatîye amadekirin nayê rojeva meclîsê Demîr nerazîbûn nîşan da û got, “Her çiqas teklîfa qanûna me di rêza 158an de ye jî, hêj li benda hevdîtinê ye. Teklîfa qanûna bi jimara 161 pêşve xistin û li ser hat nîqaşkirin û muzakerekirin. Lê teklîfa me hêna jî di cihê dawî de ye û li benda muzakereyê ye. Dibe ku di teklîfên qanûnî yên ku têne pêşkêşkirin de acîlîyet hebe. Lêbelê, ti mijarên di teklîfa qanûnên hatine teklîfkirin de ji qêrîna zarokên birçî ne muhîmtir in.”

Demîr di axaftina xwe de ji hemû partîyan xwest ku destekê bidin teklîfa qanûna derheqê duwelatiyên di sûcê qirkirinê de cih digirin û bang li meclîsê kir ku teklîfê derxîne pêş.

Şahzade Demîr di dawîya axavtinê de weha got, “Di eslê xwe de beşdarbûna sûcê qirkirina li hemberî hemû însanyetê hatîye kirin. Divê bi tu sebeban bêceza nemîn in. Werin em hêviyên hem xelkê û hem jî cîhana derve ya ku di derbarê Filistînê de xwedî hesasîyet in, bi qerarek muşterek pêk bînin. Werin em vê teklîfê bikin qanûn. Pîrekên bêparastin ên ji birçîna westiyan, zarokên feqîr û bêguneh ên ku bi saxî hatin şewitandin û melhema ku li birînên xwe bixin tune ye. Ez dibêjim çi ji destê me tê êdî em bi lez û bez bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir