Yerlîkaya: 7 welatîyên me canê xwe ji dest dane, 33 welatîyên me jî birîndar bûne
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê qezaya ku li ser rêya Aksaray-Balikesîrê pêk hat de daxuyanîyek da û destnîşan kir ku di qezayê de 7 welatîyên me canê xwe ji dest dane, du jê giran 33 welatîyên me jî birîndar bûne.
Yerlîkaya ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyê da, ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir.
Yerlîkaya weha got, “Li ser rêya E-90 a navend Aksarayê, otobûsa ku ji Balîkesîrê diçû alîyê Kapadokyayê û di nav de 2 şofêr, 1 rêber û 41 rêwî hebûn ji rê derketîye û qulipîye. Di qezayê de mixabin 7 welatîyên me canê xwe ji dest dane, 2 jê giran 33 welatîyên me jî birîndar bûne. Ji welatîyên me yên ku rehmet kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.” (ÎLKHA)