Rejîma qatil êrîşî mala sîvîlan kir: 5 şehîd
Rejîma îşxalker a qirker, li Xezzeyê mala sîvîlekî bombebaran kir, di encamê de 5 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dikin.
Rejima qatil, êrîşî mala aîdê malbata El-Huluyê kirin.
Li gorî çavkanîyên ku ji WAFAyê hatine bidestxistin, di encama êrîşê de 5 Filistînî şehîd bûn.
Ekîbên parastina sîvîl, di bin kavilan de hêj windayîyan digerin. (ÎLKHA)