• DOLAR 34.218
  • EURO 37.137
  • ALTIN 2982.863
  • ...
Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî Îdlib û Laziqiyê kirin: Hejmara kuştîyan derket 10an, hejmara birîndaran derket 32yan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafirên şer ên Rûsyayê gund û bajarokên Îdlibê û gundewarê Laziqiyê bombebaran kirin.

Li dijî girên Kabanî yên li bakurê Laziqiyê û derdora gundên Arap Seîd, Besankul, Cûzef û Bara yên gundewarên Îdlibê 9 êrîş pêk hatin.

Di êrîşên hewayî de 10 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneyên derdorê hatin dermankirin.

Rûsyayê îddia kir ku êrîşên wê yên asmanî li ser parêzgeha Îdlibê li bakurê rojavayê Sûriyê li ser armancên leşkerî, kampên rahênanê û atolyeyên çêkirina çekan bûn.

Rûsyayê di 4 rojên dawî de li Îdlibê li 27 nuqteyan êrîşên hewayî pêk anîbû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir