• DOLAR 34.292
  • EURO 37.205
  • ALTIN 2982.689
  • ...
Fermandarê Pasdaranê Selamî: Ger ku îşxalkeran êrîşî me bikin em ê ji wan re “êşekî” giran bidin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Selamî di axaftina xwe ya li merasîma cenazeyê Abbas Nilfuruşanê yek ji fermandarên Pasdarên ku di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li Beyrûta paytexta Lubnanê di meha Îlonê de li Beyrûta paytexta Lubnanê hat qetilkirin kir de, destnîşan kir ku "Rejîma sîyonîstî Bi hedefgirtina lîderên berxwedanê xeletiyek bû û fikirîn ku ev yek wê bê bersiv bimîne."

Selamî got, "Em ji dijmin re piştrast dikin ku Operasyona Waad Sadiq 2 tenê hişyariyek e" û diyar kir ku rejîma îşxalker ji ber "hesabên xwe yên şaş" windahî daye.

Her weha got, eger dijmin axa me bike hedef, em ê jî axa wî bikin hedef. Selamî got, "Dijmin dizane ku em sozên xwe bi cih tînin."

Di destpêka meha cotmehê de Îranê bi qasî 180 mûşekan li dijî rejîma îşxalker operasyonek dabû destpêkirin. Wî diyar kir ku ev operasyon wek bersivdayîna kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye, Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah û Nilfuruşan hatiye kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir