• DOLAR 34.259
  • EURO 37.253
  • ALTIN 2991.975
  • ...
Sîyonîstên îşxalker dîsa Hêzên Aştî ya NYyê hedef girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref UNFILê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku leşkerên îşxalê bi qestî û zelalî êrîş kirine, “Îro dana sibehê li nêzê Kafer Kelayê leşkerên hêzên aştîyê ku di mewzîyekî de bûn, dît ku tankekî merkawayê ya aîdê artêşa îsraîlê gule li kuleya çavnêrîkirinê reşandine.

Du kamera parçe bûn û kule jî zerarê dît.”

Di daxuyanîyê de weha jî hat gotin, “Em ji artêşa îsraîlê û hemûn aktoran re didin bibîrxistin ku ew ewlehîya personelên NY û ewlehîya malan saz bikin, tesîsên NYyê jî parêzbendîya wan hene û divê rûmetê nîşanî tesîsan bidin.”

Di êrîşê de nehat gotin ku gelo leşkerên NY birîndar bûne an jî nebûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir