Rejîma qatil, li Libnanê ji 10 hezaran zêdetir êrîşên asîmanî pêk anît
Wezareta Derdorê ya Libnanê, daxuyand ku artêşa rejîma îşxalker ji 8ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ji 10 hezarî zêdetir êrîşên asîmanî li dar xist.
Wezareta Derdorê ya Libnanê, derheqê rewşa dawîn a li Libnanê û êrîşên rejîma îşxalker de raporek belav kir.
Li gorî raporê ji 8ê Cotmehê vir ve 10 hezar û 12 caran êrîşî asîmanî hat lidarxistin.
Hat îfadekirin ku 1067 navenda sitargehê hat vekirin û ji vana jî 881 hebên wan kapasîteya maksîmûmê ye.
Li gorî raporê di navbera 23ê Îlonê-15ê Cotmehê de 456 hezar û 228 kes derbasî Sûrîyeyê bûn.
Ji sedî 77 ji dibistanên welatê ji navenda sitargehê re hatine veguhartin. (ÎLKHA)