• DOLAR 34.253
  • EURO 37.2
  • ALTIN 2987.817
  • ...
Hîzbullah: 2 ÎHAyên aîdê sîyonîstan xist xwarê, 2 tank û 3 buldozeran jî hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullahê bi operasyonên tolhildanê bersiva êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Filistîn û Lubnanê dide.

Di daxuyaniya Hîzbullahê de hat ragihandin ku di nava rojekê de 2 balafirên bêmirov ên ji tîpa Hermes 450 ên artêşa rejîma îşxalker hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 tank û 3 dozer jî hatine îmhekirin.

Di daxuyaniya rejîma sîiyonîst de jî hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 23 leşker li Lubnanê û leşkerek jî li Xezzeyê birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, Hizbullahê çend êrîşên mûşekî li bajarê Safed a îşxalkirî kirine armanc.

Hêzên berevaniyê yên rejîma sîyonîst operasyona Hizbullahê piştrast kir û ragihand ku nêzîkî 50 mûşek ji Lubnanê hatine avêtin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "Li gor tespîtên ewil zirara canî çênebû." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir