• DOLAR 34.253
  • EURO 37.2
  • ALTIN 2987.817
  • ...
Hîzbullah: Di micadeleya bi îsraîlê re de em ê stratejîyeke nû bikarbînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qasim doh di daxuyanîya xwe de diyar kir ku hêviya serkeftinê bêsînor e û destnîşan kir ku ev stratejiya nû dê berdewam be.

Qasim destnîşan kir ku piştgiriya ji bo Filistînê ew ê bidome û weha got: "Em nikarin Libnanê ji Filistînê veqetînin, em ê destê dijmin ragirin û paşve bixin, bisebir bin."

Qasim anî ziman ku rejîma îşxalker hêzeke îşxalker a berfireh e ku tenê ji Filistînê razî nabe û tevahîya herêma Ereban dixwaze. Her wiha diyar kir ku mafê wan e ku her xalek ji axa îşxalkirî hedef bigire û ew xala ku guncav dibînin hilbijêrin.

Qasim destnîşan kir ku îşxalkariya siyonîst bi piştgiriya teqez a Emerîkayê tê kirin û weha got: "Emerîka piştgiriyê dide vê berfirehbûnê.”

Qasim got, "Mafê Filistînîyan tineye ku ji bo derxistina vê dagirkeriyê tevbigerin? Li şûna ku bipirsin çima 'Tofana Eqsayê' dest pê kir, bila bipirsin çima dagirkeriyê dest pê kir."

Qasim diyar kir ku îşxalkirina Libnanê di çarçoveya projeya berfirehbûnê da ye û weha got: "Piştgiriya ku em didin Filistîniyan, hem têkoşîna mafan e û hem jî ji bo sînordarkirina berfirehbûna îsraîlê ye."

Der barê daxwazên agirbesta li Xezzeyê de jî Qasim got ku wan banga agirbestê kir, lê dagirkeriyê xwest ku her du cepheyên şer ji hev bên cudakirin.

Qasim diyar kir ku Îran ji bo azadkirina Filistînê piştgiriya wê dike, ev piştgirî ji bo Îranê cihê şerefê ye û Îran jî ji bo xurtkirina Filistîniyan bi hemû hêza xwe hewl dide.

Qasim anî ziman ku rejîma îşxalker zarok, îxtîyar, xebatkarên tenduristiyê û sivîl şehîd dike û got, "Em berxwedaneke bi rûmet li ber xwe didin, lê ew bi awayekî hovane qetlîamê dikin."

Qasim diyar kir ku armanca dagirkeriyê tinekirina berxwedanê û her tiştî ye û got, "Eger şer bidome wê hejmara wargehên ku hatine valakirin zêde bibe û zêdeyî 2 milyon mirov di bin talûkeyê de bin."

Qasim der barê êsîrên li Xezzeyê de jî diyar kir ku rejîma îşxalker guh nade girtiyan û got ku Hîzbullah li qadan xwe baş dike û stratejiyên alternatîf pêş dixe.

Qasim diyar kir ku agirbest tekane çareserî ye û destnîşan kir ku ger rejîma îşxalker agirbestê red bike dê şer bidome.

Qasim xîtabî gelê Libnanê kir û got, "Ji bo serketinê divê em sebir bikin, hûn ê vegerin malên xwe û ew ê ji nû ve ava bibin. Em we neterikînin û hûn dev ji me bernadin. Berxwedan wê bi gelê xwe re bi hêz bibe."

Di dawiyê de Qasim diyar kir ku pêkhateya rêbertiya Hîzbullahê bi rêkûpêk tevdigere û li dijî her cure darbeyan wan alternatîf pêşxistiye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir