Rejîma îşxalker ji êvarê heta serê sibehê êrîşî Xezzeyê kir: 29 şehîd
Rejîma terorê ya ku li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirinên xwe didomîne, ji êvarê heta serê sibehê êrîşî sîvîlan kir, di encamê de 29 Filistînî şehîd bûn.
Qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker ên li dijî Xezzeyê berdewan dikin.
Îşxalkeran, heta serê sibehê êrîşî herêmê sîvîlan kirin.
Li gorî WAFAyê, balafirên herbê yên îşxalkeran navenda bajarê Xezze û Cîbalîyeyê, Xan Yûnis û Nuseyratê li dijî sîvîlan êrîşên asîmanî pêk anît.
Hat îfadekirin ku di êrîşa li Cîbalîyeyê de 4, li Taxa Zeytûna Xezzeyê 3, li Xan Yûnisê 10, li bajaroka El-Fuharîyê 7, li rojavayê Nuseyratê jî 5 Filistînî di encama êrîşên ku li dijî malên wan hatin kirin de şehîd ketin.
Di êrîşên de tê îfadekirin ku gelek kes birîndar bûne. (ÎLKHA)