• DOLAR 34.246
  • EURO 37.146
  • ALTIN 2980.132
  • ...
Rejîma sîyonîst li Libnanê sîvîlan hedef girt: 21 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker, li Libnanê êrîşên xwe yên bi asîmanî, bejahî û behrî didomîne.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku ji bajaroka Aytuya herêma Zigartayê re êrîş hat kirin.

Di êrîşa asîmanî de 21 kes şehîd bûn, 8 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku tespîtkirina nasnameya şehîdan berdewam dike.

Hat ragihandin ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve ku rejîma îşxalker dest bi êrîşê kirîye, li Libnanê hejmarê mirovên ku hatine qetilkirin derketîye 2 hezar û 309an, hejmarê birîndaran jî derketîye 10 hezar û 782 kesan.

Tê texmînkirin ku 100 hezaran însan jî ji cîhê xwe bûne.

Hikumeta Libnanê daxuyand ku hejmarê mirovên ku derbasî Sûrîyeyê bûne ji 430 hezarî zêdetir e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir