• DOLAR 34.246
  • EURO 37.146
  • ALTIN 2980.132
  • ...
NY: Li Xezzeyê bir rastî jî cîhekî ku însan biçin tineye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, diyar kir ku Guterres, êrîşa rejîma îşxalker a li dijî nexweşxane û dibistanekî şermezar kirîye.

Dujjaric, îfade kir xeberên ku ji Xezzeyê têne gelek acizker e, “Sekreterê Giştî yê NY, mirina gelek sîvîlên ku di encama êrîşa îsraîlê de li bakurê Xezzeyê mirine şermezar dike, ji hemû alîyan re jî banga parastina sîvîlan dike.”

Dujarric, îfade kir ku Guterres bang dike ku hemû alî bila li gorî hiqûqa însanî ya navnetewî hereketê bikin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Ji Karên Însanî ya NYyê Joyce Msuya weha got, “Wisa xuya dike ku dawîya ev êşa ku Filistînî li Xezzeyê dûçar dibin nayê dîtin.”

Msuya, weha got, “Bi rastî jî li Xezzeyê cîhekî ku însan biçin li wê derê tineye. Divê êdî ev zilm dawî bibe. Parastina sîvîl û binesazîyê mecbûrî ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir