• DOLAR 34.179
  • EURO 37.074
  • ALTIN 2978.115
  • ...
Hejmarê şehîdên ku rejîma îşxalker li Libnanê qetil kirîye derket 2 hezar û 309an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku rejîma îşxalker ji gelek herêman re êrîşa xwe ya asîmanî didomîne. Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 3 kes hatin qetilkirin û 84 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşa rejîma îşxalkeran de hejmarê mirovên ku hatine qetilkirin derket 2 hezar û 309an, hejmarê birîndaran jî derket 10 hezar û 782 kesan.

Ji bakur û paytext Beyrûdê re koç berdewam dikin, hikumeta Libnanê jî diyar kir ji 430 hezarî zêdetir mirov çûne Sûrîyeyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir