Rejîma sîyonîst li Libnanê heta niha 2306 kesan şehîd kir
Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku di êrîşên asîmanî ya rejîma îşxalker ku ji 8ê Cotmehê vir ve li dijî Libnanê pêk tîne de 2 hezar û 306 kes şehîd bûn, 10 hezar û 698 mirov jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst a îşxalker, ji 8ê Cotmeh vir ve li dijî Libnanê êrîşa asîmanî bikartîne, hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de heta niha 2 hezar û 306 kes şehîd bûn, 10 hezar û 698 mirov jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin êrîşên ku têne kirin li bajara Nebatîyeyê bûye sedema xerabûneke mezin. (ÎLKHA)