• DOLAR 34.538
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2998.585
  • ...
Yekîtîya Ereban: îsraîl, plan dike ku bakurê Xezzeyê bike herêma leşkerî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev daxuyanî, bi navbeynkarîya Cemal Reşîd ê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban Ahmed Ebu Gayt ve hat dayîn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên rejîma îşxalker a li dijî bakurê Xezzeyê bi taybetî li Cîbalîyeyê pêk anîtîye de bi sedan mirov şehîd ketine û birîndar bûne.

Reşîd, desntîşan kir ku rejîma îşxalker bi sûcên xwe yên ku li Libnanê bikartîne ve dinyayê meşgul dike û ji vê meşgulîyetê jî menfeat bidestdixe û li Xezzeyê zêdetir sûcan bikartîne. Hat îfadekirin ku armanca êrîşan ev e ku bakurê Xezzeyê ji herêmê dinê ku dimînin veqetîne û herêmê bi temamî vala bike.

Ji ser destpêka qirkirina ku li Xezzeyê dest pê kir vir ve salekî derbas bû, artêşa îşxalê jî însanên li Beyt Xanûn, Cîbalîye û Beyt Lahîyayê ji koçê re mecbûr dihêle û wan dişîne alîyê başûr. Bi tevî vêya îşxalker armanc dike ku bakurê Xezzeyê bike herêma leşkerî ya girtî. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir