• DOLAR 34.538
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Hîzbullah, baregeha Golanî xist: 40 leşkerên îşxalê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî Televîzyona El Cezîreya Qeterê, beregehekî leşkerî ya ku aîdê Tûgayên Golanîyê ya li herêma Bînyamînayê ye bi ÎHAyên kamîkazeyan hatin hedefgirtin.

Artêşa îşxalê diyar kir ku ÎHA ji Libnanê hatine şandin, sîstemên parastinê wesayîtê tespît nekirin û elarm jî lêneketin.

Çapemenîya îşxalê jî daxuyand ku di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 40 leşker mirine, gelek kes jî birîndar bûne.

Piştî operasyonê ji rayedarên fermî hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Çavkanîyên îbranî diyar kir ku ji herêmê re 50 ambûlans û gelek helîkopter hatine şandin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de jî ji sîvîlên sîyonîst re hişyarî hat dayîn ku bila ji baregehên leşkerî dûr bikevin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir