• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Kujerên îşxalker bakurê Xezzeyê bombebaran dikin, kolan tijî cenazeyên şehîdan in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di êrîşên esmanî û topavêjên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li bakurê zîvala Xezzeyê hatin kirin de şehîd û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, ji duh êvarê ve topxaneyên îşxalê bi dijwarî êrîşî herêmên Cibaliye, Beyt Lahiye û Beyt Hanûn ên li bakurê Şerîda Xezzeyê kirin.

siyonîst qatilên îşxalker ku bajarê Cibaliye û kampa koçberan û herêma Tevama li Beyt Lahiyeyê kirin hedef, bi dehan avahiyên Filistîniyan wêran kirin.

siyonîst qatilên îşxalker ku bi dijwarî herêmê bombebaran dikin, rê nadin ku ekîbên alîkariyên ewil û rizgarkirinê bigihin herêmê û di ser de wan jî dikin hedef.

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptîst a li bakurê Xezzeyê diyar kir ku 6 Filistîniyên ku piraniya wan zarokin malên wan ên li Taxa Tuffah a li başûrê bajaroka Cibaliyê hatin bombekirin, hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir