• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 2 mirî, 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza danê sibê di seet 07.00an de li 15emîn kîlometreya Rêbeja Karaman-Mêrsînê pêk hat.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, qulipî.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiya û polîsan hatin sewqkirin cihê qezayê.

Li gor tesbîtên ewil di qezayê de 2 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir