• DOLAR 34.468
  • EURO 37.286
  • ALTIN 2995.421
  • ...
Li Lubnanê hejmara şehîdan derket 2 hezar û 255an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma qatil a li ser Lubnanê bê navber berdewam dikin.

Artêşa rejîma îşxalker a siyonîst ji 23ê Îlonê ve heta niha bi sedan êrişên hewayî ser bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Bealbekê pêk anîne.

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn de ji ber êrîşên hewayî yên artêşa dagirker ên li ser Lubnanê piranî li herêmên başûr, 26 kesên din şehîd bûne û 144 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji 8ê Cotmeha 2023yan heta niha 2 hezar û 255 kes şehîd bûne.

Hat destnîşankirin ku hejmara birîndaran derketiye 10 hezar û 524an.

Ji ber bomberdûmanê bi sed hezaran kes li hundirê welêt koçber bûn e.

Hat diyarkirin ku di dema ku pêla koçberiyê ya ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û bakurê welêt dewam dike, bi deh hezaran kes koçî Sûriyeyê kirine. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir