• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
Rejîma îşxalker li Cîbalîyeyê qetlîamek kir: 20 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma sîyonîst di heyama şeva borî de êrişên asmanî li ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê pêk anîn.

Li gor agahiya ku ji rayedarên xwecihî yên herêmê hatin bidestxistin, rejîma sîyonîst di êrîşên esmanî da herêma Cibaliye ya li bakurê Xezzeyê jî xist.

Di êrîşa hewayî de jin û zarok jî di nav de herî kêm 20 Filistînî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşê gelek avahiyên sivîlan xesar dîtin, hat ragihandin ku ji ber teqînan erdhejek çêbûye.

Doxtorên Sînornenas ragihandin ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker li herêma Cibaliye bi hezaran kes asê mane.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku rê nehat dayîn ku xelk bi silametî ji herêmê derkeve.

Sarah Vuylsteke, koordînatora projeyê ya Doxtorên Sînornenas got, "Îzîn nayê dayîn ku bila tu kes ne bikeve hindir nejî ji hindir derkeve. Yên ku teşebûs dikin jî têne kuştin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir