• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
NY: êrîşên îsraîlê hemû dûzena ku pişta xwe dide hiqûqa navneteweyî tesîrdar dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nakamîtsu diyar kir ku êrîşên rejîma sîyonîst tenê tesîrê li serkeftinên ku di warê bêçekkirinê de bi dest ketine nake û got, "Êrîşên îsraîlê tesîrê li tevahiya nîzama li ser bingeha hiqûqa navneteweyî dike. Divê welatên endam li rêzdariya hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî vegerin."

Nakamitsu got, "Peyamek pir zelal heye, divê em rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî re ji nû ve ava bikin."

Nakamitsu da zanîn ku ew lêkolînên taybet li ser bikaranîna çekên teqemenî yên mezin li deverên pir qelebalix dikin, Nakamitsu diyar kir ku çekên bi vî rengî tesîreke neyînî li ser civaka sivîl dikin û ew bi gelek welatan re dixebitin ku rê li ber bikaranîna çekên bi vî rengî bi awayekî berfireh bigirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir