Rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojavayê du wesayîtan bombe kir: 2 şehîd
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê bi balafirên bêînsan yê hewayê wesayîtek bombe kir, di encamê de 2 Filistînî şehîd bûn.
Li gorî xebera WAFAyê rejima qatil, li rojhilata Tulkerîmê li alîyê herêma Cebel es-Salîhînê wesayîtekî hedef girt.
Di encama êrîşa ku bi ÎHAyê hat kirin de du Filistînî şehîd bûn.
Hat ragihandin ku piştî êrîşî îşxalkeran bi lez êrîşekî dinê jî kir û cenazeya şehîdan girt û ji herêmê derket.
Hat destnîşankirin ku navê şehîdan Muhammed Îyad Muhammed Abdullah û Avad Cemîl Sakr Omer in. (ÎLKHA)