• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
Li Êlihê wesayît bi qamyonetê ve li hev qelibî: 1 mirî, 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya Êlih-Farqînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; wesayîta bi plaqeya 59 AAE 527 ya ku di bin îdareya M.B. (32) de bû, şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û ji paş ve li qamyoneta bi plaqeya 72 ABY 433 qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê M.B. li cîhê qezayê canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên ambûlans, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Birîndarên ku di nav wesayîtan de asê mabûn, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin û bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Ji bona mirovê ku canê xwe ji dest daye bê otopsîkirin cenazeya wî ji mergê re hat rakirin, derheqê qezayê de tehqîqay hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir