• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
Hîzbullah bi dehan fuzeyan li Hayfayê xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîzbullahê ku roja Sêşemê weke tolhildanek mezintirîn êrîşa mûşekî li dijî bajarê bendera Heyfa yê li peravên Behra Spî pêk anî, îro careke din li dijî Hayfayê dest bi operasyonê kir.

Dema ku sîren li Hayfa û Accrayê yên li bakur lêketin sîstemên parastina hewayî hatin aktîfkirin.

Medya îşxalker ragihand ku herî kêm 4 kes birîndar bûne. Artêşa îşxalê jî ragihand ku ji Lubnanê 40 mûşek ber bi Heyfa û derdora wê ve hatine avêtin.

Di daxuyanîyê de, artêş qebûl kir ku fuze bûye sedeme gelek xesaran.

Yedîot Ahronot ragihand ku li Kiryat Bialika taxa bakurê Hayfayê ji ber êrîşa fuzeyan elektrîk qut bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir