• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
Qatilên îşxalker sîvîlan, Hîzbullah jî cîhên stratejîk ên leşkerî hedef digre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di vê pêvajoyê de bomberdûmanên giran û pevçûna bi Hîzbullah re berdewam dikin. Îşxalkeran ji êvarê heta serê sibehê li dijî Dahîyeyê êrîşên asîmanî li dar xist.

Yekîneya Bireveberîya Rîsk a Afetê, diyar kir ku ji roja 8ê Cotmeha sala 2023yan vir ve hejmarê şehîdan derketîye 2 hezar û 36an, hejmarê birîndaran jî derketîye 9 hezar û 653 kesan.

Qatilên îşxalker, tepikên Hermelê ya ku li Bekaayê ye û bajarokên Bellat, El Heyyam, Ayta’ş-Şa’b, Yatîr û Mecdelu Silmê bombebaran kir.

Qatilên îşxalker, bi beheneya ku li baregehên leşkerî dixin cîhê sîvîlan bombe dikin, Hîzbullah jî cîhên stratejîk ên leşkerî hedef digre.

Hîzbullah daxuyand ku ew ji bona ku ji êrîşên sîyonîstan re bersivê bidin ji barageha “Gelilot” a yekîneya îstîxbarat a leşkerîye re bi roketan operasyonek li dar xistin.

Hîzbullah di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Berxwedana Îslamî ew ê parastina xelkê mezlum û Libnanê bidomîne û ji bona ku dijmin ji wê kîbra wê paşve bibe ew ê wezîfeyên xwe bi cîh bîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir