• DOLAR 34.305
  • EURO 37.545
  • ALTIN 2928.218
  • ...
Alim û rîspî: Xelkê Xezze û Libnanê bi cîhad û şehadetên xwe xwedî li pîrozbahîyên Îslamê derdikevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎTTÎHADUL ULEMA, her sal ji erdnigarîya Îslamê bi alim, akademîsyen, temsîlkarên STK û rîspîyan re Hevdîtina Aliman li dar dixe û vê salê jî civîna nehemîn hat tertîpkirin.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçaslan, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Beşîr Şîmşek û Miderrîsê Medreseyên Oxîna Bêdlîsê Şêx Fethullah Ayte ji ÎLKHAyê re axivîn.

“îsraîl li ber çavê dinyayê zarok, pîrek û însanên mesum qetil dike”

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçaslan bal kişand ji zilma ku îşxalker dikin re tu kes dengê xwe dernaxe, “Îsal bernameya me li ser Xezzeyê ye. Xwedê dibêje ‘Me di kitêbê de hikim kirîye, di Încîlê de, di Tewratê de û di Lewhî Mehfuz de hûnê li ser rûyê erdê gelek îfsadan çêbikin’ Di dîrokê de tiştekî ewakî çênebûye. Îfsada wan jî li ber çavê dinyayê ye. Ew zarok, pîrek û însanên mesuman qetil dikin. Seîd Hewwa di tefsîra xwe de weha dibêje; leşkerên Emrîka, Îngilistan, Fransa, Hollanda, Elmanya û hemû dewletên Ewrûpayê di bin emrê îsralê de ne. Eva ku li Libnan û Xezzeyê dike zilm e, hemû dewlet jî alîyê wî dikin. Ev bû salekî ye li Xezzeyê zilm berdewam dike û em jî şahidîyê dikin ku ew ê Xwedê di demeke nêz de şedîda 'Ulu'l be'sê misellatê îsralê bike. Xwedê hinek firsedê dide wan û bi îzna Xwedê ew ê heta roja qîyametê wê qewmekî misellatê wan bike û ezaba herî mezin bide wan. Em li bêvîya wan rojan in. Ji zilma îsraîlê ku bi tevî hêzê dinyayê bikartîne re tu kes dengê xwe dernaxe. Bi îzna Xwedê ew ê Xwedê wan li ser rûyê erdê tune bike.”

“Meseleya operasyona Tofana Eqsayê meseleyekî gelek muhîm û hessas e”

Mele Beşîr Şîmşek jî diyar kir zilma ku ji xelkê Filistînê re ji teref îsralê ve tê kirin berdewam dike û di heman demê de qîmet û pîrozbahîyên Misilmanan jî tê tehrîpkirin:

“Meseleya operasyona Tofana Eqsayê meseleyekî gelek muhîm û hessas e. Zilma ku ji xelkê Filistînê re ji teref îsralê ve tê kirin berdewam dike û di heman demê de qîmet û pîrozbahîyên Misilmanan jî tê tehrîpkirin. Em dixwazin ku bila ev mesele ji teref xelkê me ve bê fêhmkirin. Em çare digerin. Em ji teref alimên xwe ve van hemû tiştan dibînin û sedemên gelo van bûyeran çima çêdibin, Misilman çima di vî halî de ne û li gorî Quran û Sinnetê çareya vana çine digerin û tespît dikin.”

“Xelkê Xezze û Libnanê bi cîhad û şehadetên xwe xwedî li pîrozbahîyên Îslamê derdikevin”

Şîmşek weha berdewam kir, “Ji bona ku em ji mesulîyetê xelas bibin divê wezîfeya xwe bi cîh bînin. Xelkê Xezze û Libnanê bi cîhad û şehadetên xwe xwedî li pîrozbahîyên Îslamê derdikevin. Lazim e ku em jî li memleketên xwe wezîfeya xwe ya cîhad û micadeleyê bicîh bînin ku ji vê mesulîyetê xelas bibin. Ger ku îro dema li wê derê qetlîam têne kirin em jî wezîfeya xwe bicîhneynin em ê ji Xwedê re çawa hesabê bidin?”

“Lazim e ku em hem meddî hem jî menewî ji Xezzeyê re destekê bidin”

Miderrîsê Medreseyên Oxîna Bêdlîsê Şêx Fethullah Ayte weha bi gotina ‘Xwedê bila ev civîna me bi xêr û mubarek bike’ dest pê kir û weha got:

“Lazim e ku berdewamîya civînên ewakî were ku bila bibe sedema şîyarbûna Misilman û ciwanan. Heqîqeten îro Misilman perîşan in. Bi taybetî Xezze di nav rewşekî zor û zehmet de ye. Lazim e ku em hem meddî hem jî menewî ji Xezzeyê re destekê bidin. Em ji wan re duayê bikin, destekê bidin wan û malên Cihûyîyan boyqot bikin. Kufur bûye yek millet. Bila Rebbê min ji Miislmanan re şiûr bide û wan bîne cem hev.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir