• DOLAR 34.259
  • EURO 37.643
  • ALTIN 2914.043
  • ...
Hîzbullahê Libnanê di salvegera Tofana Eqsayê de daxuyanîyek parve kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîzbullahê di daxuyanîya xwe ya ji bo salvegera Operasyona Tofana Eqsayê da de weha got: "Îro tam salek bi ser operasyona qehramîyê ya Tofana Eqsayê re derbas bû, ku tê de îradeya berxwedana Filistînê ya li dijî destdirêjî, neheqî û bêedaletiyê ku ji sala 1948an û vir ve derket holê, îşxala li ser vî gelê bindest hatiye ferzkirin.”

Hîzbullah teqez kir ku ev pêvajo dê tesîrên dîrokî û encamên stratejîk li ser rewşa giştî ya herêmê hebe, heta ku bi bidawîhatina îşxalê re edalet pêk were û gelê Filistînê mafên xwe yên rewa li ser axa xwe ya azad ji behrê heta çem bi dest bixe. Hîzbullah dûre weha got:

“Emrîka û hevalên wî û wesayîtên wî yên li cîhan û herêmê, hevparê sûc û êrîşdarîya ku li dijî xelkên Filistîn û Libnanê têne kirin in û ji hemû cînayet, canîtî, bêedaletî û trajedîyên însanî jî bi temamî mesul in.

Biryara Hîzbullahê ku di 8ê Cotmehê de ji bo destekdayîna bi xelkê Filistîn û berxwedana wan a birûmet, biryarekî ku alîyê heqîqet, edalet û însanîyetê ye û di heman demê de parastina Libnan û xelkê wî ye.

Dijmin bi bêsînorîyê hemû canîtî û êrîşdarîya xwe didomîne. Encax em bawerî bi sebr û qerarîya xelkê xwe dikin.

Em piştî zehmetîyan rehetîyê dibînin. Wexta têkçûnan çû û alîkarîya Xwedê gihaştîye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir