• DOLAR 34.26
  • EURO 37.644
  • ALTIN 2912.06
  • ...
Di salvegera Tofana Eqsayê de bi dehhezaran Dîyarbekirî destekên xwe yên ji Xezzeyê re anîtin ziman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîyarbekirê piştî meşa desteka ji bo Tofana Eqsayê, daxuyanîyeke çapemenîyê jî hat xwendin û daxuyanî ji teref Serokê Bajarê Diyarbekêrê yê Memûr-Senê Ramazan Tekdemîr ve hat xwend.

Di daxuyanîya ku Tekdemîr xwend de weha hat îfadekirin, “Di serî de Qûds û Mescîd-î Eqsa li gelek beldeyên mubarek di bin postalên îşxalkeran de li hêvîya roja azadîya xwe ne. Xûşk û birayên me yên Filistînî ji roja îşxalê vir ve bi her awayî rastî îxlalên heqan hatîye. Xelkê mazlûm ji teref siyonistan ve hatîye qetilkirin, dest daye ser erdên wan, mal û cihên jiyan û heyata wan xesp kirîye.

Tekdemîr got, Tofana Eqsayê rûyê rastîn her kesî derxist holê, “Ji ser Operasyona Tofana Eqsayê re tam salekî derbas bû. Di serî de Mescîd-î Eqsa û Qûds erda Filistînê bigêhêje azadîya xwe û ji bo îşxala 75 salan bi dawî bibe ev operasyonê pêk hat. Operasyona Tofana Aqsayê ev sed sale îşxala nedihat dîtin da ber çavan. Rûyê rastînê aktorên navneteweyî û dewletan derxistîye holê. Operasyona Tofana Eqsayê derxistiye holê kafir tek yek mîlet in. Vê operasyonê îxtîlafên di navbera Misilmanan de bide alîyakî û ji bo îttîfaq û wahdetê pêk bîne bûye hewcekî.”

Di daxuyanîya çapamenîyê de bal hat kişandin ser hedefên rejîma sîyonîst, “HAMAS li dijî plana rejîma terorê ya sîyonîst a ku îşxala di navbera Firat û Nîlê de wê pêk bîne mucadele daye. HAMASê planên îşxala herêmîya sîyonîstan xera kirîye. Ev salekîye bêdengîya alema Îslamê cesaret daye siyonîstan û polîtîqayên xwe yên îşxalê bi êrîş kirina Lubnanê re nîşan daye. Rejîma îşxalker a sîyonîst ji bêdengîya welatên Îslamê û îxtîlafan îstîfade dike û polîtîqayên îşxalê li derveyê Xezzeyê jî tetbîq dike.”

Di daxuyanîya dawîn a daxuyanîya çapamenîyê de bang hat kirin ku bila îttîfaqa qudsê bê avakirin, “Bi berxwedana Xezzeyê re beralîkirina têkneçûyîna welatên Ewrûpa û Emrîkayê hatiye şikestin. Li dijî vê zilmê hewceye hêza mucadeleya herêmî bê avakirin. Gavên ku îşxala siyonistan bide sekinandin divê bêne avêtin. Di serî de Tirkîye, hemû welatên xwedî wijdan hewceye vê hêzê pêk bîne. Li dijî zilma ku pêk tê hewceye bêdeng nemîne. Tirkîye û welatên herêmê yekîtîya hêzê pêk bîne û hewceye Îttîfaqa Qudsê ava bikin.” (ÎLKHA)





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir