• DOLAR 34.262
  • EURO 37.587
  • ALTIN 2925.276
  • ...
Yapicioglu: Roja ku mezlum rabin pîya ew ê zalim werin ser çokên xwe û bi îzna Xwedê wan rojan nêz in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ser Operasyona Tofana Eqsayê ya ku di 7ê Cotmeha sala 2023yan de dest pê kiribû ve salekî derbas bû. Wek li gelek bajar û navçeyan li Dîyarbekirê jî bi pêşengîya STKyan xelkê Dîyarbekirê yên evîndarên Qudsê hatin cem hev û ji bo Xezzeyê derketin kolanan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdarî bernameyê bû û li vê derê axavtinek kir, wî di daxavtina xwe de bal li ser yekîtî û wehdeta ku li ser berxwedana Xezzeyê di nav ummeta Îslamê de çêbûye kişand, îfade kir ku ew ê Tofana Eqsayê bibe mîladek û bi tevî vêya mezlum ji xewa xefletê şîyar bûn, ji ber vê yekê ew ê berxwedana xelkan bibe sedema stûxwarkirina zaliman.

“Heta ku zilm li wê derê berdewam bike em ê jî li hember zilmê di qîyamê de bin”

Yapicioglu destnîşan kir ku salekî berîya vê rojê tofanek çêbû û bi tevî vêya jî zilmek berdewam kir, “Ji Xezzeyê re bombe, mirin, zilm barîya lê pîrek, zarok, îxtîyar û micahîdên Xezzeyî dev ji berxwedanê bernedan, gavekî jî paşve neavêtin. Ew ê sîyonîzm winda bike! Ziîftîya wî, wehşeta wî û zalimtîya wî derketîye holê. Kîn û hêrsa ji zaliman re roj bi roj zêde dibe. Em bihêrs in, sorkirîne lê bêhêvî, çavtirsonek nînin û dev jê bernadin. Heta ku zilm li wê derê berdewam bike em ê jî li hember zilmê di qîyamê de bin û destekên xwe ji xûşk û birayên xwe teqsîr nekin. Ez îro hemû xûşk û birayên xwe yên li vê derê ku destekên xwe nîşan didin pîroz dikim.”

Yapicioglu bal kişand ku 7ê Cotmehê Tofana Eqsayê bûye mîladek, “Di alîyekî de zalim, qirker, wehş û îşxalker û xulamên wan di alîyê dinê de jî yên ku li hember zilmê berxwedanê dikin, daxuyanîyên destekê didin û li cem wan sef digrin hene. Piştî 7ê Cotmehê hemû kes sefên xwe eşkere kirîye. Li vê derê jî van xûşk û birayên me ji bona ku îlan bikin ew li cem mezluman û li hember zaliman in hatine li vê bernameyê.”

“Ger hesabekî wan hebe helbet hesabê Xwedê jî heye”

Yapicioglu diyar kir ku bertekên salekî berê hatine nîşandan di demeke paşê bûye tişteke normal, “Îro bila bibe mîladek. Bila roja 7ê Cotmehê û piştî wî bertekên me bibin wek aşîtê û mezin bibin ta kî heta zalim çok dêynin erdê, yên ku destkê didin zilmê bila gavên paş bavêjin. Dîrok ew ê van rojên ku di warê zilmê de bêdeng mane û destekê dane wan wek şermekî binivisîne. Em baş dizanin ku em li kîjan alîne û em ê vê qîyama xwe ya li hember zilmê bidomînin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Salekîye Xezze tê bombebarandin. Me ji serê ewil ve got, ‘Ger ku hûn vê zilmê nedin sekinandin ew ê vana li wê derê nesekinin’. Wa îro dor dora Libnan û Sûrîyeyê ye. Dibe ku sibe dor dora Urdun, Iraq, Îran û Tirkîyeyê be.

Çîmkî fikrekî wan ê gemar a arz-i mewud heye. Ew wisa difikirin ku van axan hemûyan ji wan re hatine dayîn û weedkirin û di vê oxirê de wehşetek dikin. Ew difikirin ku ji bo vêya hemû mirovên li ser van axan bikujin. Feqet ger ku hesabekî wan hebe hesabê Xwedê jî heye. Roja ku mezlum rabin pîya ew ê wê rojê zaliman çok dêynin erdê, wan rojan jî gelek nêz in. Rebbê min bila yekîtî, hevkarî û biratîya me daîm bike.”

“Xezzeya 2 milyonî ji 2 milyar alema Îslamê re rih û can da, wan vejand û rakir pîya”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Qewete wan ne ji qelebalixî, çek û bombeyên di destê wan de, Emrîkaya ku li pişt wan e ye; qeweta wan ji belawelabûn, neyekîtîya me, cudahî û bîrvakirina me ya wehdetê ye. Bi îzna Xwedê ew ê Tofana Eqsayê bibe mîladek, ew  ê wan kesên ku di nav xewa xefletê de ne şîyar bike, ummetê bîne cem hev. 2 milyar alema Îslamê, Xezzeyê ji bombekirin, birçîbûnî û mirinê xelas nekir lê Xezzeya 2 milyonî ji du milyar alema Îslamê re rih û can da, wan vejand, rakir pîya û bi îzna Xwedê ew ê ummetê xelas bike.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir