Îşxalkerên sîyonîst li Cîbalîyeyê sîvîlan hedef girt: 17 şehîd
Balafirên sîyonîstên îşxalker li Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê sîvîlan hedef girt, di encamê de 9 jê zarok 17 kes şehîd bûn.
Îşxalkerên sîyonîst, li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne.
Berdevkê Teşkîlata Parastina Sîvîl a li Xezzeyê Mahmud Basal, derheqê êrîşê de weha got, “Di êrîşa artêşa îsraîlê ya ku li dijî Kampa Penaberan a Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê li dar xist de 9 jê zarok herî kêm 17 Filistînî hatin qetilkirin.”
Di êrîşan de rojnamegerê Xezzeyî Hassan Hamad jî şehîd bûye.
Ji destpêka êrîşan heta niha 175 rojnameger hatin qetilkirin. (ÎLKHA)