Encamnameya Hevdîtina Aliman a 9emîn hat daxuyandin
Di Encamnameya Hevdîtina Aliman a 8emîn ku ÎTTÎHADUL ULEMA tertîpkirîye de weha hat gotin, “Divê alimên ummeta Îslamê ku warisên pêxemberan in, di vê sedsalê de ku ummet bê serî û bê serok maye, derkevin pêş û ji bo parastina îzzet û şerefa Îslamê berpirsyar bin.”
“Hevdîtina Aliman a 9emîn” ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve hat tertîpkirin bi daxuyandina encamnameyê dawî bû.
Hevdîtina ku gelek alimên Iraq, Îran, Sûrîye, Filistîn, Urdin, Misir, Qeter, Kuweyt, Cezayîr, Libnan û Herêma Kurdistanê beşdarî bûn, di nav du rojan de bi 4 rûniştin û milahazayan hat lidarxistin.
Di dawîya hevdîtinê de encamnameya ku ji 20 meddeyan pêk tê ji teref Ramazan Înan ve Tirkîye wî, ji teref Fatîh Varol ve Erebîya wî û ji teref Yusuf Yalçinkaya ve jî Kurmancîya wî hat xwendin.
Temamê metna Encamnameya Hevdîtina Aliman a 9emîn weha ye:
“Hemd ji Rebbê alemê re, selat li Hezretî Muhemmed Mustefa, silav li Ehlê Beytê wî, sehabîyên wî û hemû bawermendên ku rêya wan dişopînin re be.
Bi îzna Xweda me 9. Civîna Aliman bi temaya “Tofana Eqsayê, Berpirsiyariya Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)”, di 2-3 Rebiulewwel 1446 / 5-6 Cotmeha 2024an de li Salona Konferansê ya Kullîyeya Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya Yenîşehira Diyarbekirê bi beşdariya alimên ji gelek welat û bajaran pêk anî.
Em maddeyên dawî yên ku di vê civîna bibereket de ji axaftin û nîqaşan derketine pêşkêşî alim û ummetê dikin.
1- Quds, qibla me ya ewil e; welatê hemû Pêxemberan û Erz-î Mutehhara ye ku Xatemû'l-Enbiya Hezretî Muhammed Mustafa salallahu aleyhi wesellem li ber pêxemberan nimêj kir û hilkişiya Miracê. Tenê ev bajêr bi deste Hz. Omer bixwe hatiye girtin.
Doza Qudsê; bê cudahiya mezheb, meşreb û firqe doza hemû Misilmanan e. Em nikarin tehemul bikin û çavê xwe jê re bigirin ku Qudsa me di bin lingên civaka lanetkirî ya dinyayê de be ku pêxemberan dikuje û mirovahiyê di fesadiyê de dixeniqîne.
2- Roja 7ê Cotmehê ya ku Tofana Eqsayê dest pê kir, di heman demê de ji aliyê Selaheddîn ve roja feth kirinê ya Qudsê ye. Tofana Eqsayê, halê rêzeya cihada îroyîne kû di dîroka Îslamê de her tim dewam dike ye. Em sekinîna cem mucahîdên Tofana Eqsayê li gorî vê pîvanê weke pêdiviya baweriya bi Hz. Muhemmed Mustefa salallahu aleyhi weselam dibînin.
3- Cihûyan di dîrokê de pêxemberên Xweda qetl kirin e; îro jî bi fisq û ficûran, fuhûşatê bi halê menewî qetl dikin, mirovatiyê dikin evde evdan. Mucahîdên Eqsayê wek ciwanên ku bi Pêxemberê dawîn ê ku mirovahiyê ji evdîtiya evdan rizgar kiriye bawer kirine, ne tenê ji bo Filistîn, Xezze, Quds û Misilmanan, her wiha ji bo rizgariya tevahiya mirovahiyê artêşa pîroz ên canê xwe feda kirine ne. Ev doz ji bo temamê mirovatiyê dozeke pîroz e. Însanîyet hewce dike ku li cem wê dozê be sekinandin.
4- Ew xwînên zarok, pîrek, nexweş, kal ên ku li Mescîda Eqsayê welatê Pêxemberan, di erden muqeddes de diherike, bang dike ku Cihûyên ku soza heq û huqûqê didin mirovahiyê, civakek lanetkirî û kezzab in. Mirovatî, nexasim Misilman û alimên Misilmanan nikarin ji vê bangê re bêgane bimînin. Nikarin rojên xwe bi nedîtina bûyerên li erdên muqeddes çêdibin derbas bikin. Kesê ku bêgane bimîne, helbet wê keraseta ku li wir dibe wê bixwe jî bibîne.
5- Şerên siyonîstan a li dijî Lubnanê û carinan Lubnanê jî derbas dike, careke din îspat dike û rê dide ku armanca ev koma wehş a ku dijminê Misilman û însaniyetê ye, ne tenê Filistîn e. Di vê çarçoveyê de em dibêjin ey welat, gel û alimên gel ên herêmê, berîya ku dora bombebaran kirina malbat û zarokên we bê rabin ser piyan û li cem mucahîdên ku îro li dijî siyonîstan şerekî dijwar dikin, bisekinin. Hûn jî dikarin bi nekirîna berhemên şîrketên ku piştgirî didin siyonîstan, bibin şirîkê xelata vî şerê pîroz!
6- Sedsala ku me li pey xwe hişt, nîşan da ku îdeolojiyên însanî ji bo Mislimanan ne rizgarker in û xwe spartina wijdanê dijmin jî dide ber çavan ku ji bo Misilmanan nabe çareserî. Tofana Eqsayê careke din rê me daye ku li temamê dinyayê mirovên bi wijdan ên li dijî zalimên ku giştik gêncîneyên dinyayê û saziyên weke Sazîya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di destê xwe de digirin hene.
7- Alim; warisê pêxemberan e. Li hemberî qatilên pêxember, ji şiyarbûn û amadekirina ummet û mirovahiyê berpirsyar in. Xîret dayîna ji bo her yek ji gelê me ji bo doza Qudsê seferber bibe wezîfeya ulema ye.
Divê em Tofana Eqsayê ji bo şiyarbûna Ummetê û gihaştina Îslamê ber bi mirovên din weke fersendekî bibînin. Wesîle bûyîna bidestxistina îmanê ya kesên ku xwedî wijdanin û bi xebata mucahidan û xwîna şehîdan şiyar bûne wezîfeya me.
8- Sultan Ebdulhemîd Xan, ji bo ku axên Filistînê ji dagirkeriya siyonîstan rizgar bi ke anî ser navê xwe. Li gorî vê ev tapû kirin li ser navê Ummetê hatiye kirin. Divê her Misilman Filistînê weke xanîyê xwe biparêze. Divê her ferd pêşî mesûliyetê ser xwe bigire, dûre divê hewl bide ku birayên xwe ji bo doza Qudsê bixe tevgerê. Lewra doza Qudsê, dozeke muqeddese ku divê em ji hev neqetin.
9- Gelê Kurd ê Misilman di fetha Mescîda Eqsayê de li dijî xaçparêzan û pêşîgirtina li êrîşa Moxolan de li safên pêş bûn. îro jî gelê me di heman bibiryarîyê de ye. Ev saleke ji bo piştgirîyê bidin birayên xwe çi fedakarî hebin dikin. Em ê tev bi hev re li dijî propagandaya ku dixwaze wî ji vê biryardarî û fedakariyê dûr bixe, mucadeke bikin.
10- Mucadeleya salekê ya mucahîdên li Filistînê careke din nîşanî me da ku mucadele kirina li dijî sîyonîstên hov her çiqasî hemû derfetên ku ji mirovahiyê standine hebin jî mumkin e. Bi îzna Xwedê dema ku em wek Misliman ne li kêmasiyên xwe binêrin, li fezîletên hev binêrin û ji bo heqîqetê werin cem hev û bibin yek, li ser heqiyê bibin yek tu hêzek însanî tune ku li hember me bisekine.
11- Sedema rijandina xwînê îro li gelek erdnîgariyan bi taybetî weke li Filistîn, Lubnan û Turkistana Rojhilat ji ber ku ummet lawaz e çê dibe. Lewra "Mûsîbetê her were serê we ji ber tiştên ku we bi destê xwe kirîye ye." Divê sedemên qelsiya ummetê bên eşkerekirin û li gorî wê rêbazên tedawiyê bên çêkirin.
12- Pirsgirêka Misilmanan a esil ne têkçûna wan a li qada şer e, di warê fikrî û pratîkî de xerabûna wan e. Hemû bûyerên ku tên serê wan encamên vê yekê ne. Wê demê, tenê bi çareserkirina pirsgirêka sereke wê pirsgirêkên din jî çareser bibin.
13- Ger her kes bikeve bêhêvîtiyê jî, alim tu carî bêhêvî nabin, wê cesaretê bidin dewletparêz û civaka ku tê de dijîn û wê mizgîniya ronahiya serkeftinê bidin. Divê alimên ummeta Îslamê ku warisên pêxemberan in, di vê sedsalê de ku ummet bê serî û bê serok maye, derkevin pêş û ji bo parastina îzzet û şerefa Îslamê berpirsyar bin.
14- Hat dîtin ku bangên ji bo sekinandina hovîtiya siyonîst îsraîl bêkêr in û ne bes in. Niha dema avêtina gavên berbiçav û bikaranîna hêzê li dijî îsraîla siyonîst e.
15- Divê rayedarên welatan ji bo ji piştgirî dayîn û hevkariya bi siyonîstan re û îxaneta wan dûr bixin, bên hişyarkirin. Divê hemû peywendiyên siyasî, leşkerî û aborî yên bi rejîma siyonîst re bên qutkirin û ambargo bê danîn.
16- Rastiya ku îhyaya Îslamê di vê sedsalê de bi doza Qudsê ve hatiye nîşankirin, nîşan dide ku şiyarbûna civakên me wê bibe sedem ku Quds ji îşxalê rizgar bibe û mirovahî li hember siyonîzmê şiyar bibe û ji koletiya gel xilas bibe. Pêwîst e meseleya Qudsê û Mescîda Eqsayê, destanên lehengên Xezze û Filistînê û agirê berxwedana li dijî kolonyalîzma siyonîst di rihê nifşan de zindî bê hiştin.
17- Tofana Eqsayê îspat kir ku ji bilî cîhad û berxwedana bi rûmet, mafên bindest û binpêkirî bi ti awayî nayên rizgarkirin û parastin. Lewra "Ji bo însan encax berdêla xebata wî heye!" (Sûreya Necmê, 39) Xwedayê teala tu kedî zehî nake. Toxmê ku hatiye avêtin di axê de şîn dibe û toxmê ku şîn dibe jî mezin dibe.
18- Xwîna pak a ku li kuçe û kolanên Xezzeyê diherike, wê nifşên pak a ku qîmeta fedakariyên mezin û axa Filistînê tam temam dizanin mezin bike. Çi dilopekê xwîn, çi bihosteke ax, çi jî dareke zeytûnan wê berhewa neçe. Ev nifş wê bibin yên ku wê mafên mirovan li xwediyên xwe yên rewa vegerînin.
19- Tofana Eqsayê ne bûyereke demkî ye, ev îradeya Îslamê û ruhê berxwedanê ye ku hê jî di dilê Mislimanan de tê hîskirin. Heta ku îşxala siyonîst bi dawî nebe, Mescîda Eqsa, Qudsa Şerîf û hemû Filistîn rizgar nebe, di roja îroyîn de divê pêşî li kesên ku li ser navê Îslamê dixebitin piştgirî bidin û li kêleka gelê Xezzeyê bin.
20- Divê mal û milkên sîyonîstan, dewlet û şîrketên piştgirîya wan dikin bên boykotkirin. Em bi xwarina malên wan destên xwe bi xwîna birayên xwe nekin. Em bi şikandina boykotê cebilxane nedin siyonîstan. Werin em bi hemû derfetên xwe bibin alîkar û piştgiriyê bidin birayên xwe yên ku li dijî wehşeta siyonîst mucedele dikin.” (ÎLKHA)