• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Vahdettîn Înce: Wê Quds dîsa azad bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Medrese û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA), li Diyarbekirê bi beşdarîya gelek alimên ji Tirkî û gelek welatên Îslamê Hevdîtina Aliman a 9emîn li dar xist.

Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.

Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de Nivîskar Vahdettîn Înce bi navê “Bandorên Erênî yên Fetihkirina Qudsê ji hêla Selaheddîn ve li ser Mucahidînên li Xezzeyê” axaftinekî kir.

“Girîngîya fetha Qudsê”

Vahdettîn Înce wisa dest bi axaftina xwe kir:

“Ji bo fêm kirina tesîra girîngîya fethê gelemperî ya li ser Misilmanan taybetî jî li ser mucahidên li Xezzeyê divê em têgihên tekvînî, teşrîî û beşerî ya perçeyek ji wê bidin daxuyandin. Rastîya hebûna armanca her tiştî. Temamê hebûnê, bi navê xwe yê din mewcûdat, bi munasebeta hebûn û tevgerên xwe bi armanc e. Ger em mînakeke biçûk bidin; Dinê bi hebûna xwe ji bo armancekê ye. Weke ku ji bo jiyînê kêrhatî ye. Tevî vêya dinê li dor eksenê xwe jî dizîvire. Armanca vê çêbûna şev û rojê ye. Her wiha li dora rojê jî dizîvire. Ev jî dibe sedema çêbûna demsal an. Helbet armanca vê hebûnê tekvînî ye. Yanî bi gotineke din, ew yasayeke pêwîst e ku beşek ji heyîna hebûnê ye û bêyî îrade û hişmendiya wî tevdigere. Ew dikeve ‘kerhen’ a ku di ayetê de tê gotin ‘taw’an ew kerhen’.”

“Însan li gor armanceke tekvînî tevdigere”

Înce gotinên xwe wilo domand, “Însanê ku perçeyek ji hebûnê ye hebûneke bi armanc e. Însan jî mîna heyînên din, li gorî armancek tekvînî ya ku bi îrade û bijartina wan nayê destnîşankirin tevdigerin. Ew jî weke heyînên din temamê tevgerên xwe, li gor rawestana xwe kerhen vê armanca tekvînî pêk tîne. Qismê ku însan ji heyînên din cuda dike ewe ku, ji xeynî armanca tekvînî ya mecbûrî ber bi armanca îradîya (taw’an) teşrîî ye jî. Yanî bi gotineke din dema mirov dixwaze ku armanca xwe ya teşrî bike, di heman demê de xizmetê armanca xwe ya tekvînî jî dike. Îslam an jî bêhtir wehîy, bi telîmatên ku dide mirov di navbeyna îradî (teşrîî) û xeyrî îradî (tekvînî) de hevsengiyek, ahengek pêk tîne. Însan çiqasî vê ahengê pêk bîne ewqasî kêfxweş dibe. Çimkî kêfxweşî, aheng e, hevsengî ye.”

“Peyama herî muhîm a pêxemberan Quds e”

Înce got, “Di navenda temamê geşedanan de Quds heye. Îbrahîm, Mûsa, Îsa, Hezretî Muhemmed eleyhîsselam an bi fiîlî, an jî him menewî him jî meddî serî li Qudsê dan e. Quds ji bo tewhîdê derbaseye qonaxeke din e. Peyama tewhîdê negihîje Qudsê nikare bibe gerdûnî, di navbeyna armanca tekvînî û teşrîînîya însan de hevsengî çenabe û li ser erd kefxweşî, islah û pêdabûna ku kêrî însanan bê kêm dimîne. Ger armanca tekvînî û armanca teşrîî di kesayeta Qudsê de negihîjin hev, bi temamê hebûne armanca îmar kirina rûyê erd a însan jî pêk naye.

Selaheddînê fatîhê duyem a Qudsê

Înceyê ku got, "Armanca îsra û miraca Pêxember ew e ku vê peyamê bidin Mislimanan." axaftina xwe wiha domand:

“Misilmanên ewil û nifşên piştî wan ev peyam rast fêm kirin û bi fetha Qudsê pêvajoyê temam kirin. Bi vî rengî armanca însan a tekvînî û teşrîî gihaştin hev. Ku Selaheddînê duyemîn fetihkarê Qudsê kurd bû, ji bo kurdan cihê şanaziyê ye û bi giştî ji bo ummeta îslamê û bi taybetî jî ji kurdan re peyamekê dide. Heta ku Quds ne di bin serweriya ummeta îslamê de be, ne mimkûn e ku bi giştî miletên Misilman û bi taybetî jî kurd bextewariya ku lê digerin bibînin. Çimkî şerta bextewariyê li hev gihaştina armanca tekvînî û teşrîî ye. Cihê ku ew digihîjin hev jî Quds e. Sedema ku îro herêm û cîhan ji hevahengî, yanî ji bextewarî, yanî ji aşitî bêpar e, ev firqet e. ji ber ku Quds ne di bin serweriya ehlê tewhîdê de ye wisa ye.”

“Quds, cihekî dîtina bereketa tekvînî ye”

Înce ser mijara Cihûyan sekinî û werê dewam kir, “Ji bo Cihûyan jî, wek ku ji qisseyên jorîn û agahiyên ku Quran der barê wan de dide me, tê fêmkirin, wezîfeya wan heta Qudsê ye. Ji ber ku gava yekem car ketin Qudsê, ji wan hat xwestin ku bêjin 'hîtta' (Beqere, 58). Peyva 'Hîtta' tê wateya teslîmbûn, piçûkkirin, nîşandana dilnizmîyê. Wateya din a girîng a koka peyvê ‘sekinîn’ e. Di vî warî de ji wan re hatiye gotin ku wezîfeya we li vir diqede. Ji niha û pê ve wezîfeya ummetê ku wê Tewhîdê ji dînê yekbûyî ya neteweyekî gerdûnî bike dest pê kir. Bi rastî jî dema em Qur’anê dinêrin dibîninku Cihûyan vî tişît qebûl nekirine. Di encamê de Resûlê Xweda di şeva ‘îsra-mîracê’ de vê erkê girtiye ser milê xwe. Dema ku di sûreya Îsrayê de behsa vê hadîseyê tê kirin derheqê Qudsê de tê gotin ‘barekna hewlehu’ (cihê ku me dora wê bibereket kiriye). Ev gotin, îşaretî armanca ‘tekvînî’ ya ku me li jor behsa kir dike. Yanî Quds cihê ku dîtina bereketa tekvînî ye. Di bingeha doza Qudsê ya Misilmanan bi taybetî jî ya Kurdan de ev bereketa tekvînî, yanî gihaştina hakîmyeta gerdûnî ya dînî heye. Ji ber wê yekê, kengî Quds ji destê ehlê tewhîdê derketibe, armanca tekvînî û teşrîî ji hev qetîyane û însaniyet muxtacî kêfxweşî, aramîyê bûne, bêbereket ma ye.”

“Xezzeyîyan mucadeleya tewhîdê didin”

Nivîskar Vahdettîn Înce gotinên xwe wisa domand:

“Îro serdestiya cihûyên li Qudsê yên ku nikarin dawîbûna peywira xwe bipejirînin, têkbirina armanca hebûnê ya dilxwaz û bê îrade nîşan dide. Ji ber vê yekê jî Quds wek sewqeke tabîî bûye xema sereke ya Misilmanan. Ev civîn ji bo bidestxistina vê lihevhatinê nîşaneya şênber a armanca gelê Tewhîdê ye. Ev armanc di bingeha hemû mucedeleyên berê û îro yên ji bo Qudsê de cih digire. Di bingeha mucadeleya Cihuyên ku ji aliyekê ve îdia dikin wezîfeya wan berdewam dike û li aliyê din, Misilmanên ku bi zanebûna ahengekê di nava armanca tekvînî û teşrîî de armanca wan a hebûnê ye, ev diyarde heye. Ku Quds di destê Cihûyan de be, tê wateya ku Xweda, tewhîd, dîn û şerîet di bin yekdestdariya miletekî de be, avakirina cîhaneke unîter, monîst, nijadperest û mirovatî di nav tora nîjadperestiyê de xeniqîne ye. Di vî warî de dema ku Xezzeyî li dijî nijadperestî û yekperestiyê mucadeleya azadiyê didin, ji bo gerdûnîkirina tewhîdê, biratî, wekhevî, edalet jî mucadele dikin. Pêwîst e ku hemû Misilman û mirovên azadîxwaz ji bo bidestxistina bexteweriya dinya û axretê, gihaştina bereketa tekvînî vê têkoşînê bidin ber xwe.

“Wê Quds dîsa azad bibe”

Înce di dawîya gotinên xwe de wiha peyivî:

“Berê Misilmanan, Selaheddînî Eyyûbî, Kurd ji bo vê têdikoşîyan. Îro jî li Xezzeyê çend Mislimanên vê mucadeleyê didomînin. Em aniha pêvajoya hakimyeta Qudsê ya Cihuyan, mucadeleya Xezzeyê ya îroyîn û di kesayetîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de rola gelê Kurd kurte bikin. Dema ku ewil fikra dewleta Cihûyan derket hevkêşe wisa bû: îsraîl-alema Îslamê. Di kesayetîya Ûsmaniyan de yekîtîya Îslamê hebû û ev hevkêşe li dijî îsraîlê bû. Ji ber vê yekê di encama hin bûyerên ku hun dizanin Ûsmanî hat tesfîyekirin û hevkêşe piçekî din hat pîçûkkirin:

îsraîl-alema Ereban. Hat dîtin ku ev hevkêşe jî ji bo îsraîl zêde ye. Piştî pêvajoyeke ku Ereb hatin qelskirin, bi şerên ku di asteke mizansen çêbûn de Ereb têk çûn û ev hevkêşe jî di leha îsraîl de xera bû. Hevkêşeya nû hîn biçûktir bû:

îsraîl-Filistîn. Êdî di kesayetiya Saziya Azadiya Filistînê (FKO) de Filistîn li hemberî îsraîlê bû. Tiştê dihat plankirin, bi hin cûre manewrayana derxistina Filistînê ji rojevê bû. Nexasim bi pêvajoya Osloyê ev hevkêşe jî hat xerakirin. Hevkêşe ya nû îja wisa bû:

îsraî-HAMAS (Xezze). Ev hevkêşe jî bi dorpêç kirin, embargo, zextên ji qewet xistî û aciz kirî wê bihata xerakirin û îsraîl wê di sehneyê de tena serê xwe ba. Tiştê ku dihat fikirîn ev bû. Lê armanca tekvînî ya di dilê hebûnê de bi mucadeleya HAMASê di nava Misilamanan de dîsa şîyar bû û aniha hevkêşe îşaretên nûbûnê dide. Yanî hevkêşeya îsraîl-alema Îslamê.

Bi muqavemeta fiîlî yên Îran, Hîzbûllaha Lubnanê û Husîyên Yemenê, di kesayetiye ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ de bi piştgireya mezin a Kurdên nevîyên Selaheddînê Eyyûbî Xezze çiraxa azadiya gerdûnî pêxist. Wê Quds dîsa azad bibe û mirovayetî wê ji serwerîya tekparêz, perçeker, nijadperest, ber tewhîdê disekine ya Cihûyan xelas bibe û wê bi destê nevîyên Selaheddîn bigihîje azadiya xwe ya gerdûnî.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir