Rejîma terorê êrîşî camîyê kir: 21 şehîd
Di encama êrîşa ku ji teref siyonistên terorîst û îşxalker ve li Xezzeyê li camîyekê hat kirin de 21 Filistînî şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin terorîstên îşxalker Camîya Şuheda El-Eqsa ya li Deyr el Balahê kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de Mislimanên ku xwe spartibûn camîyê hatin hedefgirtin.
Di encama êrîşê de bebek û pîrek jî di nav de 21 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)