• DOLAR 34.348
  • EURO 37.449
  • ALTIN 3023.202
  • ...
Prof. Dr. Kurt: Tofan Eqsayê, tevgerên berxwedana Îslamî di sehayê de anît cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevdîtina Aliman a 9emîn ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tetîpkirin û ji çar alîyê alema Îslamê gelek ulema beşdarî dibin li Dîyarbekirê tê lidarxistin.

Navê bernameya ku her sal tê tertîpkirin jî wek “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hat diyarkirin.

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman” re, ji Tirkîye, Iraq, Herêma Kurdistanê, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan, Senegak û Urdunê gelek ulemayên bijarte beşdarî dibin

Di rûniştina yekemîn an hevdîtinê de Prof. Dr. Nurullah Kurt, bi sernava “Tesîrên Tofana Eqsayê ya Li Ser Sibe Roja Doza Filistînê” axavtinek kir.

Kurt destnîşan kir mirovên ku dipirsin “Çima Tofana Eqsayê?” du alî ne; yek alîyekî alîyê ku teslîmê dijmin bûne, alîyê duyemîn jî yên ku bawerîya hewcedarîya cîhadê dikin û mirovên ku bi heqî bawerî bi Xwedê anîtine ye.

“Yên ku destekê îşxalkeran bûne, nizanibûn ku ew ê di dîrokê de dûçarê operasyoneke wek Tofana Eqsayê bibin”

Kurt, “Di dîrokê de tiştek wekî Tofana Aksayê nehatîye dîtin. Hinek sedemên herêmî û navneteweyî û mehellî hene. Van rewşan Tofana Eqsayê dorpêç kir.”

Kurt ku destnîşan kir alîyên stratejîk, leşkerî û aborîyê yên Tofana Eqsayê hene, “Em dizanin ku li wir hin rewş hebûn. Hinek şert hebûn. Yên ku piştgirî dan îşxalkeran nedizanibûn ku wê di dîrokê de bi operasyoneke mîna Tofana Eqsayê re rû bi rû bimînin. Ji ber ku ew li benda lihevkirin û asayîbûnê bûn. Bi bûyerên Sûriyeyê re dîrok amade kiribûn. Lê mixabin bi ser ketine ku nîjadperestî, mezhebperestî û van nakokiyan bînin navbera misilmanan. Xwîna herî erzan îro xwîna Mislimanan e.”

“Hemû tevgerên berxwedanên di nuqteyekî de bûn yek”

Kurt bibîrxist ku berîya Tofana Eqsayê di navber hinek komên berxwedanê yên Îslamî û HAMASê û Îranê de hinek îxtîlaf hebûn, “Ev îxtîlafan gihaştin wê astê ku tevgerên berxwedana Îslamî baregehên xwe li Sûriyê girtin. Sûriye welatekî wisa bû ku deriyên xwe ji HAMASê re vekir, ku kesekî deriyê xwe jê re venekiribû. Lê hemû ofîsên wê li Sûriyê hatin girtin û derbasî Qeterê bûn. Em dibînin ku qadên berxwedana Îslamî bi Tofana Eqsayê re dibin yek. Di navbera Îranê û berxwedanên îslamî yên din de, wek Iraq, Yemen, Lubnan... Hemû tevgerên berxwedanê di nuqteyekî de bûn yek. Ev yek bi xêra Tofana Eqsayê çêbûye.”

Kurt, diyar kir ku HAMAS, Hîzbullah, Ensarullah, tevgerên din ên berxwedanê yên Îslamî û Îran niha di şert û mercên gelekî dijwar de derbas dibin û destnîşan kir ku ew bawer dikin ku piştî zehmetîyan rehetî heye.

“Ger ku Tofana Eqsayê nebûna ew ê meseleya êsîran nehata axavtin”

Kurt diyar kir ku yek ji sedemên operasyona Tofana Eqsayê êsîrên ku di zindanên îşxalker da ne ye û weha got: "Eger ev operasyon nehatiba kirin, siyonîst êsîr nehatibûna girtin ku siyonîstan nikare vana xilas bike. Êsîr heta niha, lihevkirinên li ser mijara girtiyan wê niha nehatana nîqaşkirin."

"Hat dîtin ku bêyî HAMASê tu rewşek ku bi Xezze û Filistînê ve girêdayî ne mimkûn e"

Kurt diyar kir ku Tofana Eqsayê hukmê şer û rêgezên di navbera heq û neheqiyê de guhertiye û düre weha got: "Niha şerekî nû derketiye holê ku bi êrîşên siyonîstan ên li ser Filistîn, Lubnan û Îranê re wekhev e. Tofana Eqsayê bû sedem ku sultantiya Filistînê ziîf e. Hat dîtin ku bêyî HAMASê tu rewşek ku bi Xezze û Filistînê ve girêdayî ne mimkûn e”

"Yên ku bi rejîma îşxalker re ber bi asayîbûnê ve gav avêtin, dîtin ev xewnekî tenê ye”

Kurt, “Bi van bûyerên ku Filistîn an Lubnan tê de derbas bûn, eşkere bû ku ev gavên wan ên ku bi rejîma îşxalker re ber bi asayîbûnê ve gav avêtin, ji xewnekê pê ve ne tiştekî din e. Sîyaseta heyî ya herêmê jî vê yekê nîşan da. Tofana Eqsayê nîşan da ku Îran hêzek li herêmê ye û ne mimkûn e ku guh nede wê û bêyî Îranê li herêmê hesab nayê kirin. Heger Tofana Eqsayê nebûya tiştekî wiha nedibû.”

Kurt bal kişand nerîna ku dihato gotin rejîma îşxalker “têk nayê” bi Tofana Eqsayê xera bû.

Nurullah Kurrt di dawîya axavtina xwe de weha got, “Heya ku em bi vî rengî berdewam bikin, dijmin wê kuştina me bidomîne. Gazin dike ku kolan, bazar, zanîngeh, kargeh, siyaset, aborî û ramanên me mixabin dişibin îşxalkeran. Dema em diçin bazarê em rastî exlaqeke ku ji aliyê Îslamê ve nayê pejirandin dibin. Hêvîdar im dema ku ev dîmen ji mal û bazarên misilmanan winda bibin û bêexlaqî bi dawî bibe em ê bibînin ku em ê bi ser bikevin û xalib bibin bi îzna Xwedê.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir