• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Taywanê ji ber bagera Krathonê 2 kes mirin, 667 kes jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Operasyonên Lezgîn a Navendî (CEOC) ku xebatên karesatê koordîne dike, daxuyand ku ji ber bahoza ku li qadeke bi dirêjahiya 200 kîlometroyan tesîr kir û derket 2 kes mirin, 667 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda ne. Li Taywanê 6 rojan ba û baran dibare.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber bahozê li 14 parêzgehan 11 hezar û 362 kes hatin tehliyekirin û bo herêmên ewle hatin veguhestin.

Şîrketa Elektrîkê ya Taywanê ragihand ku 398 hezar û 459 mal bê ceyran mane, ku piraniya wan li bajarên Pingtung û Kaohsiung ên başûrê welêt ji ber xisarên torê yên ji ber bahozê derketine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir