Dr. Teysîr Silêmanî: Ez Fikra ‘Ummet me li erdê hişt’ qebûl nakim
Alimê Filistînî Doxtor Teysîr Silêmanî, di axavtina xwe ya ku di Hevdîtina Aliman a 9emîn de axivî de weha got, “Ez vê fikrê qebûl nakim ku tê gotin ‘Ummet me tenê hişt’, di berxwedan û cîhada me ya îro de ji teref ummetê ve hem di warê mal de hem jî di warê aborî de gelek destekê wan çêbû.”
Hevdîtina Aliman a 9emîn ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tetîpkirin û ji çar alîyê alema Îslamê gelek ulema beşdarî dibin li Dîyarbekirê tê lidarxistin.
Navê bernameya ku her sal tê tertîpkirin jî wek “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hat diyarkirin.
Dr. Teysîr Silêmanî jî beşdarî bernameyê bû û di bernamyê de axavtinek kir, wî di axavtina xwe de bal li ser armanca Filistînê û Azadîya Mescîdî Eqsayê kişand.
Silêmanî di axavtina xwe de derheqê micadeleya Filistînê de jî agahîyan da.
Silêmanî, “Pêxemberê me selat û selam li ser wî be, di serê ewil de teblîxa xwe ji muşrîkan re kir, wan dawetî Îslamê kir. Dûre jî serê ewil bi wan re herbê kir. Hûn jî dibînin ku hem di dewra laîktîyê de hem însanên ku ji wê dewrê mane hem jî çepgiran di hinek meseleyan de êrîşî me kirin. Bi teybetî li ser van axên ku cîhad heye me xerab didin nîşandan. Tiştê ku divê em bîrva nekin ev e ku, em di vê meseleyê de çi dixwazin, armanca me çîye?”
“Dewra ku li Xezzeyê nesla Quranê gelek zêde bû, dewra Şêx Ahmed Yasîn bû”
Silêmanî qala meseleyekî ku bi Şêx Ahmed Yasîn re jîyan kirîye kir û weha got, “Ez hatibûm cem Şêx Ahmed Yasîn. Me hev dît. Feqet mixabin min silavê nedabû. Di navbera min û wî de hema hema 30 metre hebû. Ez di girtîgeha Ramleyê de dimam. Dengê Şêx dernediket. Hevalekî hat û got ‘Şêx ji te re silav dike’ Şêx Ahmed Yasîn însanekî ku pir xeber nedida bû. Ew dixwest ku Filistîn azad û hur be. Yanê ew dixwest ku bajarê Qudsê azad be û nesl, zarok, qîz û kur bi Quranê mezin bibin. Xwedê ewakî dibêje, ‘Ji bo wan kesên ku dûçarê zilmê bûne herbê bikin îzîn hatîye dayîn’ li Xezzeyê dewra ku nesla Quranê zêde bû, dewra ku Şêx Ahmed Yasîn hebû bû. Ew bi xwe hem ciwanan hem jî neslê bi rihê Quranê beslî dikir. Ew weha digot, ‘Vana Selaheddîn-î Eyyûbî ne’”
“Ji ber me îşxalê qebûl nedikir em ketibûn hefsê”
Silêmanî derheqê qala jîyana zindanê ya ferdên HAMASê de weha got, “Li wê derê gelek hevalên me ji 20 salî zêdetir di hefsê de mane. Tu sebebekî me tinebû ku em biketana hefsê, tenê ji ber ku me îşxalê qebûl nedikir em kiribûn hefsê. Me li hember vêya berxwedanê dida, ne çekekî ne jî tiştekî me yê dinê hebû. Tiştekî hebû ku me ji Xwedê dixwest bidana me hebû. Ew ê ev çawa bibûne? Dê ev jî bi perwerdekirina neslan a bi zimanê Quranê wê çêbibûna. Lewra Xwedê weha nabêje birano, ‘Dema ku te avêt, wêya te neavêt Xwedê avêt’. Zefer ew tişte ku li cem Xwedê tê şandin e. Yanê xûşk û birayên min hûn dibînin, tê gotin ku ji ber qirkirinan ji 40 hezarî zêdetir şehîd hene, ji 100 hezarî zêdetir jî birîndar hene. Feqet li Elmanyayê zêdetirî vêya çêbûbû. Erê serê herbê bû, serê cîhadê bû, divê em biketana îmtîhanekî. Her şiqas jî serê cîhadê em bin jî ev lazim bû. Dayîka min daîma qal dikir, li cîhekî ku Farisî li wê derê diman hebû, dema ku Selaheddîn-î Eyyûbî ew der feth kiribû wê derê ji Farisîyan re dîyarî kiribû. Dîya min jî dema ku qala vêya dikir, qala azadîya Mescîdî Eqsayê dikir. Cîhekî heye ku jê re dibêjin Babûr Rahme. Berxwedanê vekiribû wê derê. Li wê derê hem Quran dihat ezberkirin hem jî dersên fiqhê dihatin dayîn, ez jî diçûm li wê derê. Me hedîsên Pêxember û rihê berxwedanê li wê derê hînbûn. Li wê derê min weha digot, ‘Em ê li hember îsraîlê îşxalker çawa herbê bikin?’ di destê me de qewetekî tinebû, feqet xûşk û birayên min ên delal yê ku tiştê rast bû ev bû, bedena me, îmana me, dilê me ji hemû qewet û çekan qewettir e. Ev tişt jî heta ku neslên hafizan hatine berdewam kir.”
“Em ji bo azadîya Xezze û Mescîdî Eqsayê çekên xwe girt destê xwe”
Silêmanî îfade kir ku demekî paşê ew êdî çekan girtine destê xwe û dûre weha got:
“Demekî paşê êdî me çekan stand û li ser me bû. Ji bo azadîya Xezze, Filistîn û azadîya me. Êdî me bi siloganên êdî em xwedîyê li vê derê ne dest bi çalakîyan kir. Bi hezaran hevalên me ketin hefsê û ji çaran yek ji bajarê ketibû hefsê. Ew hafizên Quranê bûn. Ew di medreseyan de diman. Di vê meseleyê de me gelek ehemmîyetê ji dizîbûnîyê re dida. Heta 10 sal paşê li ser damezrandina HAMASê tu kes nizanibû ku serokê HAMASê kî ye. Li serê rûyê erdê tu kes nizanibû, ti mirovekî hur, azad qebûl nake ku di bin îşxalê de be, ji xwe îşxalê jî qebûl nake.” (ÎLKHA)