• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
“Tofana Eqsayê, rejîma îşxalker xiste rêya tunebûn ê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mervan El-Akra diyar kir ku operasyona Tofana Eqsayê di warê siyasî de pirsgirêka Filistînê ji nû ve zindî kir û idraqa ku bijardeya berxwedanê dikare di mucadeleya li dijî îşxalkeran de guhertineke radîkal pêk bîne, çê kir.

El-Akra got, “Tiştê ku berxwedan di 7ê Cotmehê kir, mînaka herî berçav a hevsengîya şerê bi temamî diguherîne ye.”

Akra wiha dewam kir, “Di van demên ku em nêzî salvegera Operasyona Tufana Eqsayê dibin de, hêjî dewam kirina qetlîaman û gihaştina hejmara şehîdan 41 hezaran, birîndar bûyîna sed hezaran kesan, hilweşîna xanî û mizgeftên li Xezzeyê xemnak e û civaka navnetewî bêdeng ma ye.”

Akra di dawîya gotinên xwe de wisa peyivî, “Operasyona Tofana Eqsayê di dîroka şerê bi îsraîlê re serkeftineke leşkerî ya nedîtî ye. Her çend ev hejmar girîng be jî ev serkeftin tenê bi hejmara kuştî, birîndar û êsîrên hêzên îşxalker re ne sînordar e. Tofana Eqsayê, rejîma îşxalker xiste ser rêya tunebûnê. Ev rastiyeke ku niha îsraîlî jî qebûl dikin e. Pirsgirêka herî mezin a ku herî zêde îsraîl nîgeran dike û kabûsên wê girantir dike ev e. Lê belê pênaseya herî rast ew e ku ev bahoz wê îsraîl jî bi xwe re bigire û bi agirbestê ranaweste.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir