• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Rûsya, ji bo Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê qerara derxistina ji lîsteya “komên qedexekirî” girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kabulov got ku, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, bi tevî Serwîsa Ewlehiyê ya Federal a Rûsyayê û bi hin saziyên Rûsî re sererastkirinên dawîn yê ji bo derxistina Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê ji lîsteya “komên qedexekirî” dike.

Kabulov wiha got, “Derheqê vê mijarê de rêvebiriya Rûsî qerareke bingeh hat girtin. Lê divê pêvajo di çarçoveya yasayî ya Rûsî bê meşandin.”

Balyozê Rûsyayê Kabulov piştî gera dawî ya şêwra li ser Efxanîstanê ya li Moskowayê axivî û diyar kir ku tenê pêwîste rayedarên Rûsyayê pêvajoyê bi qanûnên federal re li hev bikin û got, "Hêvîdar im biryara dawî di demeke nêz de bê ragihandin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir