Balafirên Emrîka û Îngilistanê êrîşî Yemenê kirin
Balafirên herbê yên aîdê Emrîka û Îngilistana emperyalîst û îşxalker li dijî bajarên Sana, Dhamar û balafirgeha Hudeydeyê êrîşên asîmanî li dar xistin.
Li dijî Tevgera Ensarullahê Yemenê ku ji bo destekdayîna ji Xezzeyê re keştîyên ku diçin rejîma îşxalker û destekê didin wî re operasyonan li dar dixe, Emrîka û Îngilistan gihaştin hewara sîyonîstan û êrîşî Yemenê kirin.
Ensarullah, li dijî keştîya tankerê ku ala Îngilistanê li ser bû operasyonek li dar xist, piştî vê operasyonê Emrîka û Îngiltere êrîşî Yemenê kirin.
Di dema êrîşê de balafirgeha Hudeyde, bajarên Sana û Dhamarê hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)