• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 1411an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê bênavber berdewam dike.

Di daxuyanîya ku ji teref Yekîneya Bireveberîya Afetê ya ku girêdayê Hikumeta Libnanê ye ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku rejîma îşxalker doh li herêmên cuda yên Libnanê 153 caran êrîşa asîmanî pêk anîtîye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama van êrîşan de 37 kes canê xwe ji dest dane, 151 kes jî birîndar bûne.

Hat daxuyandin ku ji 17ê Îlonê vir ve 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 1411 kesan şehîd bûn.

Ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve jî 2 hezar û 11 kes şehîd bûne, 9 hezar û 535 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir