• DOLAR 34.247
  • EURO 37.611
  • ALTIN 2915.184
  • ...
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz: Tu ferqa zimanê ku di çapemenîya Tirkîyeyê de tê bikaranîn ji zimanî îbranî tuneye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz derheqê zimanê sazîyên çapemenîya Tirkîyeyê ya derheqê Xezzeyê de bi kar tînin de nirxandinan kir.

Yilmaz bal kişand ku zarok û xelkê Xezzeyê salekî paşê bi fuzeyên Îranê ketine nav kêfxweşîyê, îfade kir ku Îranê operasyonekî ewakî cara yekem di meha Nîsanê de tertîp kirîye encax niha jî operasyonekî mezin hatîye kirin.

Yilmaz bal kişand ku rejîma îşxalê wek her carî vê carê jî zayîadên xwe veşêr dide, “Ew li windayîyên xwe yên leşkerî ya li Xezzeyê jî ku li ber çavan e vedişêre. Niha jî ji bona ku pozîsyona xwe xelas bike, ji bona ku îmaja xwe ya ku xera bûye û derbeyeke mezin û ciddî girtîye nîşan nede ew ê hemû zayîadên xwe veşêr bide. Ji teref Rojavayê ve ev nerînek hatibû çêkirin ku ew nayên têkbirin. Feqet ev operasyon careke din wê îmaja wî kirîye binê erdê. Ev mesele bûye meseleyeke ku hemû Misilman pê kêfxweş bûne, bi vê meseleyê mirovên Xezzeyê salekî paşê rûyê wan kenîyaye.”

“Tirkîye, ji bo îsraîlê ji Îranê re bersivê nede divê rolekî aktîf bigre”

Yilmaz îfade kir, “Yê ku Îranê kirîye bila ji welatên dinê re jî bibe mînak” dûre jî ji hikumetê re bang kir:

“Di encamê de niha gelek welatên Îslamê bi îsraîlê re di nav têkilîyê de ne. îsraîlê jî bi têkilîyên bazirganî û dîplomatîkî li ser pîyan e. îsraîlê bi vê êrîşa xwe ya dawîn nîşan daye ku ew ji hemû dinyayê re tehdîdekî ye. Bi taybetî jî divê Tirkîye haya xwe ji xwe bike. Serokkomar jî îfade dike ku piştî Libnanê dor dora Tirkîyeyê ye, rast jî dibêje. Em ji serê ewil ve qala vê tiştê dikin. Niha sînorekî ku îsraîlê ji xwe re xêz kirîye tineye. Yanê sînorekî ku ji Neteweyên Yekbûyî re gotîye ev der sînora min e tineye. Çîmkî îsraîl daîma li pey bawerîya xwe ya ku jê re ax hatine diyarîkirin e. Di li vê derê de wezîfeyekî muhîm li ser milê Tirkîyeyê ye. Divê Tirkîye di warê îsraîl ji Îranê re bersivê nede de jî rolekî aktîf bigre. Çîmkî dema ku îsraîlê vê êrîşdarîya xwe bidomîne ew ê li herêmê bibe sedema herb û gengeşîyeke mezin.”

“Zimanê ku di çapemenîya Tirkîyeyê de tê bikaranîtin, hema hema wek zimanê îbranîyan e”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de zimanê ku çapemenîya Tirkîyeyê bikartîne jî rexne kir û weha got, “Mixabin li Tirkîyeyê zimanê çapemenîyê wek zimanê îbranîyan e. Dema ku em mînak bidin ew dema ku qala HAMAS, Hîzbullah û hêzên Yemenê dikin weka ku ew hêzên wekîl in qal dikin ku fikr û nerîna ku îsraîlê dema li wan dixe heqdar e derdixin holê. Helbûkî Hîzbullah, qewetekî ku li Libnanê hatîye qebûlkirin e. HAMAS, qewetekî ku hema hema temamê Filistînîyan li ser wê îtîfaqê dikin e. Ensarullahê li Yemenê jî wek vana ye, ew hêzekî ku temamê Yemenê destekê didin e. Yanê vana hemûyan hêzên meşrû ne û li hember îsraîlê micadele û berxwedaneke meşrû dikin. Çîmkî îsraîlê hêzekî îşxalker e. Em qala sazîyekî ku li Filistîn, Libnan û Sûrîyeyê îşxalan bikaranîtîye dikin. Feqet zimanê ku di çapemenîya Tirkîyeyê de tê bikaranîtin, hema hema wek zimanê îbranîyan e. îsraîl herbekî ku bi çekan an jî bi bombeyan tê kirin bikarnayne, ew di heman demê de li ser medyayê jî herbekî ciddî û mezin bikartînin.”

“Divê bi lez û bez çapemenîya Tirkîyeyê dev ji zimanê îbranîyan berde”

Yilmaz bang li sazîyên çapemenîya li Tirkîyeyê kir û weha got, “Li Tirkîyeyê çend qelem hatine standin, kîjan rojnameger rasterast ji teref sîyonîstan ve hatîye standin û ji bo wan tê şixulandin, çima bi taybetî hinek sernavan dinivisînin? Mînak sîyonîstên îşxalker dema ku li Libnan û Xezzeyê sîvîlan qetil dikin dibêjin ‘li wê derê terorîst hebûn, me wan bombe kir’ an jî ‘Nasrallah hat bombekirin’… li wê derê 500 sîvîl hatin kuştin kes qala wan sîvîlan nekir. Di çapemenîya Tirkîyeyê de hema hema ev tê gotin ku ji bo kuştina mirovekî kuştina 500 kesan rast e, portreyek ku qaşo li gorî hiqûqa navneteweyî ye tê nîşandan. Lê di alîyekî dinê de jî dema ku Îranê fuzeyan davêje tê gotin ‘dema ku ji van fuzeyan hinekên wan rêyên xwe şaş bikin em ji bo sîvîlên îsraîlê endîşedar in’ bi vê şeklê xeber têne çêkirin. Ev tewr û sekin, sekinekî bêexlaqî, dirûtî û bêarî ye.”

“Divê mitleqe baregehên Kurecîk û Încîrlîkê bêne girtin, têkilîyên dîplomatîkî û bazirganî divê bi lez û bez bêne dawîkirin!”

Yilmaz herî dawîn derheqê baregehên Kurecîk û Încîrlîkê de jî axivî û weha got:

“Divê Tirkîye bi lez û bez baregehên Kurecîk û Încîrlîkê, sehaya hewayê ya ku Emrîkayê ji  îsraîlê re destekê dide bigre. Derheqê baregehên Încîrlîkê de îddîayên gelek ciddî hene; ji teref generalekî teqawîtbûyîyê Tirkîyeyê ku Sekretertîya NATOyê kirîye ve tê gotin, ‘Ji Kurecîkê agahî raste rast ji îsraîlê re diçe. Di nav 5 deqîqe û nîv de fuzeyên ku têne avêtin têne îmhekirin.’ Divê baregehên Kurecîk û Încîrlîkê bêne girtin, têkilîyên dîplomatîkî yên bi îsraîlê re mitleqe bêne sifirkirin. Îddîayên ciddî hene ku bi îsraîlê re bazirganî berdewam dike. Berdewamkirina vê bazirganîyê ji xelkê Filistînê re îxanet e û hevparbûna ji sûcên îsraîlê re ye. Kî ku di vî warî de di nav menfeatên şexsî de be bi lez û bez ji vêya xwe dûr bike. Ezerbeycan, bi navbeynkarîya şîrketa SOCARê li ser Tirkîyeyê ji îsraîlê re sotemenîyê dişîne. Dibe ku peymanên navneteweyî hebin, tiştên dinê hebin. Feqet dema ku sotemenîya van balafiran li ser Tirkîyeyê bêne şandin divê hemû kes rûnê û bifikire. Hem emê bibêjin tiştên ku îsraîlê dike xelet in hem jî em ê ji wan re sotemenîyê bişînin. Di li vê derê de xeletîyek û nakokîyek heye. Em cardin dixwazin ku bang bikin, mitleqe ev sewqîyata sotemenî û petrolê bidin sekinandin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir